Nûrcan û Milkiye li Bayburtê koma 4'emîn dewir girtin 2020-12-12 11:06:29   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê Nurcan Ersoz û Milkiye Dogan koma 4'emîn a çalakiya greva birçîbûnê dewir girtin.    Girtiyên PKK'yî û PAJK'î li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di roja 16'emîn de bi dewirgirtina koma 4'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewam dike.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê Nurcan Ersoz û Milkiye Dogan ên 23 sal in girtî ne 4'emîn koma greva birçîbûnê dewir girtin û diyar kirin ku heta ew bigihêjin armanca xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan banga piştgiriya raya giştî kirin.