Grevên birçîbûnê di roja 16'emîn de ye 2020-12-12 10:21:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin bi dewirgirtina koma çaremîn di roja xwe ya 16'emîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafen li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dabûn destpêkirin bi dewirgirtina koma çaremîn di roja xwe ya 16'emîn de didome.    Girtiyên PKK'yî û PAJK'î di peyama ku şandin de diyar kirin ku zextên li ser wan ji yên 1990'î xirabtir in û wiha gotin:"We heta niha me teslîm negirtin, hûn ê nikaribin bigirin, hûn ê nikaribin me biçewisînin, hûn ê nikaribin roja me tarî bikin."