'Zarokên li girtîgehan dermanên psîkiyatriyê bi kar tînin' 2020-12-12 09:06:12   ENQERE - Parêzer û nûnera CISST'ê Cansû Şekerci da zanîn ku zarokên di girtîgehan de dimînin ji mafên xwe yên tenduristî û xwarinê bêpar tên hiştin û ev yek dibe sedema pirsgirêkên mezin û wiha got:"Zarokên li girtîgehan dermanên psîkiyatriyê bi kar tînin."   Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan pir diqewimin. Bi taybet zarok ji vê yekê zirareke mezin dibînin. Li gor daneyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hejmara zarokên li girtîgan dimînin 780 ye. Têkildarî mijarê Parêzer û nûnera CISST'ê Cansû Şekerci nirxandin kir.    'Pirsgirêkên tendirustiyê rû didin'   Cansû da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a zarokan bêparhiştina tendirustiya wan e û wiha got:"Pirsgirêka tenduristiyê ji dayikbûnê de rû dide. Yan jî li girtîgehê rû dide. Lê belê mixabin li girtîgehan tu girtî nikara ji mafên xwe yên tendirustiyê fêdeyê bigire. Dema girtiyan bi rîngê dibin nexweşxaneyê jî ev jî dibe pirsgirêk. Zarokên temenê wan 0-6 divê bijîşkên pispor bi wan eleqeder bibin. Lê belê li girtîgehan ev derfetan gelekî kêm in. Îdareya girtîgehê tê ra xwe bi vê mijûl nabe. Di serîlêdanên ku li gel me tên kirin dayik dibêjin zarokên wan xwarinê baş nikarin bixwin."   'Zarok hewaya paqij nikarin bigirin'   Cansû bi lêv kir ku cudatiyê dixin navbera zarokan û wiha dewam  kir:"Li gor teşeya sûc a dayikan zarok li girtîgehan muameleyekê dibînin. Zarok hewaya paqij nikarin bigirin. Dema bibe jî pir kêm e. Sînordar e ev yek. Di warê gihaştina maf de wekheviyek tune ye. Divê zarok neyên hepiskirin."   'Pitikê 10 rojî divê neyê girtin'   Cansûyê wiha domand:"Em bûn şahid ku zarokek 10 rojî tevî dayika xwe kirin nexweşxaneyê. Dema zarok tên tehliyekirin jî ew ê piştre çi bikin derbarê vê mijarê de hukumet nabe alîkar. Mekanizmayeke alîkariyê nehatiye avakirin. Her wiha li Tirkiyeyê girtîgehên zarokan 7 girtîne 4 jê vekirî ne. Hinek zarok di girtîgehên mezinan de tên girtin. Zarok dikarin ji kantînê fêdeyê bigirin lê belê li kantînê av jî buha ye. Tevî vê yekê rewşa derûnî ya zarokên di girtîgehan de jî nê zêde baş e. Girtîgeh wek mekanîzmeyeke tundiyê zêde bike ye. Zarok di girtîgehan de dikare tundiyê li hevdu jî bikin. Memûrên Parastina Înfazê jî tundiyê dikin û zarok ji vê bandor dibin. Gelek zarok dermanên derûniyê dixwin û gelek jî hewil didin întihar bikin. "   'Zarokên keç ji nedîtive tên'   Cansûyê bal kişand ser zarokên keç û wiha dewam kir:"Zarokên keç li koguşên mezinan tên girtin û ji nedîtive tên. Sîstema edaletê ji ber ne li gor mafên zarokan e loma gelek maf tên binpêkirin. Zarok dema derdikevin derve ji bo dîsa sûc nekin piştigî nayê dayin. Loma îhtimala ku zarok dîsa li derve sûc bikin heye."