'Peymana li ser Şengalê fermaneke nû ye' 2020-12-12 09:05:07   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrînê, Sûad Hiso êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û wiha got: "Armanca vê peymanê ew e ku gelê Şengalê carek din ji qirkirinê derbas bikin û fermaneke nû li ser wan pêk bînin."   Di 9'ê cotmeha 2020'an de hikûmeta Bexda û Hewlerê peymanek li ser Şengalê îmze kirin. Li tevahî Kurdistanê û derveyî welat ev peyman hate şermezarkirin û çalakiyên cur bi cur heta roja îro tên lidarxistin. Her wiha şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî vê peymanê her roj çalakiyên nerazîbûnê li dar dixînin. Têkildarî mijarê Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên herêma Efrîn Suad Hiso nerazîbûna xwe anî ziman.    'Dixwazin Kurdên Êzidî ji qirkirinê re derbas bikin'   Suadê di destpêka gotina xwe de peymana ku li ser Şengalê hatiye îmzekirin şermezar kir û wiha got: "Em di destpêkê de vê peymanê bi tundî şermezar dikin. Armanca vê peymanê ew e ku gelê Şengalê carek din ji qirkirinê derbas bikin û fermanekê nû li ser wan pêk bînin. Di sala 2014'an de gelê Şengalê ji fermana 73'an re derbas bûn û wê demê hikûmeta Iraqê û PDK'ê şêniyên Şengalê tenê hiştin û reviyan. Bi van kiryarên xwe dixwazin fermana xwe temam bikin û gelê Şengalê tune bihesibînin. Cihê ku hikûmeta Bexda û Hewlerê kesên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin û heta roja îro çarenûsa wan ne diyar e, peyda bikin, berovajî êrîşên cur bi cur li ser gelê me yê Şengalê pêk tînin."    'Ev peyman ji bo hilweşandina pergala Xweseriyê ye'   Suadê di dewama gotina xwe de bal kişand ser peymanê û wiha domand: "Piştî Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû, gelê resen yên Şengalê careke din vegeriyan ser xaka xwe û xwe dîsa bi rêxistin kirin. Niha pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Şengalê hatiye avakirin û hêzên parastinê ji keç û xortên Şengalê pêk tê. Armanca vê peymanê ew e ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe hilweşînin. Şengalê gelek êşên kûr jiya û îro Bexda û Hewler bê ku îradeya vî gelî hesab bike peymanan îmze dike. Em vê peymanê qebûl nakin û em ê ji bo xaka xwe heta xwîna xwe ya dawî têbikoşin."   'Jinên ku ji destên çeteyan hatin rizgarkirin parastina xaka xwe dikin'   Suadê diyar kir hikûmeta Bexdayê heya niha tu alîkarî neda jinên ku ji destên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin û wiha pê de çû: "Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, gelek jinên Êzîdî hatin revandin û ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatin rizgarkirin. Heta niha ew jinên ku zilim û zordarî ji destên çeteyên DAIŞ'ê dîtine hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê piştgirî û alîkariya wan jinan nekirine. Ruxmê ewqas êş û azaran jinên ku rizgar bûne bi îradeyek pir xurt li ser piyan man û hêzên xwe yên Yekîtiya Jinên Şengalê ava kirin. Niha ew jinên ku rizgar bûne ji bo parastina civakê fedekariyên pir mezin dikin û axa xwe diparêzin."   'Seranserî cîhanê li dijî vê peymanê rabûne ser piyan'   Suadê herî dawî diyar kir ku ew ê bi berxwedana xwe vê peymanê vala derbixînin û wiha bi dawî kir: "Li seranserî cîhanê û Kurdistanê li dijî vê peymanê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çalakiyên pir mezin hatin lidarxistin, ger êrîşek li ser Şengalê pêk were em hemû amade ne ku alîkariya gelê Şengalê bikin û destkeftiyên ku bi dest xistine biparêzin. Her wiha em dagirkerî û qirkirinê li ser xwe qebûl nakin û em ê li dijî van desthilatdaran serî hildin. Banga me ji civakên navneteweyî re heye ku bila nehêlin fermanek din li ser Kurdên Êzîdî bê. Em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe li van peymanan vala derbixînin."