ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-12 09:00:00   *Jinên ji hemû pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di derbarê pêşketinên di sala 2020'an de û mafê ku Rêveberiya Xweser daye jinan axivîn û wiha gotin: "Di nava Rêveberiya Xweser de hemû pêkhateyan mafê xwe bi dest xistin û bi saya pirojeya neteweya demokratîk îro jin rola xwe di nava hemû qadên jiyanê de dilîzin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrînê, Sûad Hiso êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û wiha got: "Armanca vê peymanê ew e ku gelê Şengalê carek din ji qirkirinê derbas bikin û fermaneke nû li ser wan pêk bînin."DÎMEN HEYE   *Jinên Wanî dan zanîn ku kesên  vî welatî bi rê ve dibin ji qeyrana aborî berpirs in û gotin ew dixwazin ji bo qeyrana aboriyê çareseriyek bê dîtin. DÎMEN HEYE   * Jinên Kurd û Ereb ên gundewarên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî di derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser navçeyê de wiha gotin: "Em ji êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê natirsin û em bi israr in li gundê xwe bimînin, wê serkeftin para me be." DÎMEN HEYE   *Parêzer û nûnera CISST'ê Cansû Şekerci da zanîn ku zarokên di girtîgehan de dimînin ji mafên xwe yên tenduristî û xwarinê bêpar tên hiştin û ev yek dibe sedema pirsgirêkên mezin û wiha got:"Zarokên li girtîgehan dermanên psîkiyatriyê bi kar tînin." DÎMEN HEYE   *Di ser qedexeya ku li navçeya Cizîrê hat ragihandin re 5 sal derbas bûn. Ji wan rojan tenê gotinên "Me serî netewand" di bîra mirovan de man. Lê êşa ku hat jiyîn hîna wekî roja ewl di dilê mirovan de nû ye.     *Jina Êzîdî Wedhê Murad ku tîne bi destên xwe turşiya silkesoran û şeliman (Binerd) çêdike,  got:" Jin avakara malê ye û ya ku jiyanê birêve dibe jin bixwe ye."DÎMEN HEYE   *Dê li Hesekê Malbatên Şehîdan li ser Şengalê daxuyaniyê bide. (10.00)