Jinên Ciwan buyera Kercewsê şermezar kirin 2020-12-11 15:30:28   KOBANÊ - YJC'ê ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê buyera tecawizê ya li Kercewsa Elîhê pêk hat şermezar kir.    Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) a Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê buyera Kercewsê ya Elîhê ku zarokeke 15 salî ji aliyê polîs, çawişê pispor û bi giştî 27 kesan ve tecawizî wê hat kirin şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya goristana şehîd Dicle bi tevlîbûna bi dehan ciwanan hate dayîn. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyên jinên ciwan û pankartên bi nivîsa "Na ji tundiyê re", "Ji bindestiya jinê re na", "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re", "Jin jiyan azadî", "Destê ku dirêjî jinê bibe wê were şikandin", "Na ji kuştina jinê re" û "Kujer Erdogan" hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê berdevka jinên ciwan ya Herêma Firatê Dilê Berkel ve hate xwendin.   'Jin dibin armanca êrîş û tundiyê'   Daxuyanî wiha ye: "Pergala tundiya li ser jinê roj bi roj zêde dibe, tundiya bi rêya tecawizkirinê di her kêlî û qadên jiyanê de zêde dibe. dewletên Baviksalar bi van pilanên tecawizê bi sedan salane siyaseta xwe ya qirker li ser jinên kurd û gelan dide meşandin. Dewlet bi van êrîşên xwe nikare vîn, bawerî û berxwedana jinê û gelê berxwedêr bişkîne. Li her çar parçeyên Kurdistanê jin dibin armanca êrîş û tundiyê. Êdî wê tu kes nikaribe pilanên tecawizê înkar bike û biparêze."   'Em ê têkoşînê li hemberî tecawizkaran zêde bikin'   Em baş dizanin ku ev êrîşên qirêj û faşîzim li dijî jinên azad dibe armanca polîtîkeya şerê qirêj, dewlet bi van polîtîkeyên qirêj dixwaze vîn, bawerî û têkoşîna jinan têk bibe. Êrîşên li dijî jinan êrîşên li dijî gelê me û pêşengên vê civakê ne, weke ku Rêber Apo dibêje bi pêşengên weke Şehîd Zîlan û rêhevalên wê em ê li dijî her cureyên tundiyê û tecawizê serî hildin, dewletên çete jî vê buyera tecawizê berpirsyar in, lê dema van polîtîkeyan dimeşînin jî xwe dispêrin wan kesayetên kirêt yên di nava civakê de."   'Em ê tola jinan hilînin'   Li ser vê bingehê em wek Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo têkbirina rastiya mêr-dewletê û hesabpirsîna ji tecawizkarên bi biryarin. Em  Bang li tevahî jinên ciwan dikin ku bi yek ruhî li dijî polîtîkeyên dijmin yên qirêj bisekin. Li ser vî bingehî bi pêşengên vê şoreşê em jî destek didin pêngava ku KJK'ê dayê destpêkirin "Li dijî qirkirina ser jinan, dem dema parastina jin û civaka azad e",  daye destpêkirin em ê li dijî tecawizikirin û qirkirinê  li ber xwe bidin û serî ji van buyeran re netewînin. Em ê di her alî de xwedî biryar bin û tola jinan hilînin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Na ji kuştin û tecawizê re" û " Berxwedana jinên Ciwan tolhildan e" bi dawî bû.