'Bi saya berxwedana şehîdan em cejnên xwe piroz dikin' 2020-12-11 15:28:56   ŞENGAL - Şêniyên Şengalê bi minasebta Cejna Ezî serdana goranên şehîdan kirin. Kesên ku cûn serdana goristanê diyar kirin ku ew bi saya berxwedana şehîdan cejnên xwe pîroz dikin.     Şengalî piştî rojiya Ezî Cejna Ezî piroz dikin. Bi minasebeta vê roja pîroz malbatên şehîdan û bi giştî şêniyên Şengalê çûn serdana gorên şehîdan. Li goristanê li ser ked û têkoşîna şehîdan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de li ser navê  malbatên şehidan Meyan Nasir axîvî.    Meyan Nasir bi van gotinan şehid bi bîr anîn; “ Di serî de em di vê cejnê de şehîdên xwe bi bîr tînin û em Cejna Ezî li hemû civaka êzidî pîroz dikin. Em bi şehidên xwe serbilind in. Şehidên me her tim di dilê me de ne. Heta ku em sax bin em tu carî wan ji bîr nakin û wê her tim di dilê mr de bin. Em ê her daîm li pey doza wan bin. Em bi minasebeta vê cejnê hêvî dikin ku tifaqeke xêrê bikevê nav gelê me û tifaqa Civaka Ezidî pêk were. Şehidên me rêya me ronî dikin.”   Ji Şêniyên Şengalê Berfê Elyas jî tevli axaftinê bû û got; “ Em di serî de cejnê li hemû şehidên xwe, malbatên wan û tevahî Civaka Êzidî pîroz dikin.”    Hekim  Borik jî bi minesebeta vê rojê axivî û got;“ Em vê cejnê di serî de li hemû şehidên kurd û şehidên Ezidxanê û di heman demê de jî li Rêber Apo pîroz dikin. Em îro li vir bi saya berxwedana wan şehidan cejna xwe pîroz dikin û li vir dijîn. Em ê  heta dawiyê li pey şopa şehiden xwe bin. Em tu carî rêya wan bernadin. Em cejna hêzên xwe yên parastinê jî piroz dikin. Îro pîroz kirina me ya  cejnê û di heman demê de jî pêk anîna merasimên me tê wê wateyê ku aramî li Şengalê heye.  Em ê heta dawî jî li pey doza şehidên xwe bin.”