'Tebîrên Ewlehiyê nikarin rê li ber mafê jiyanê bigirin' 2020-12-11 09:12:07   ENQERE -  Bijîşk Ayşe Ugurlu a endama Lijneya Rêveberiyê ya ATO'yê diyar kir ku rewşa pandemiyê li hemberî dermankirina girtiyên nexweş astengiya herî mezin e û got, "Tu tedbîrên ewlehiyê nikarin rê li ber mafê jiyanê bigirin. Dewlet nikare mafên mirovan asteng bike û rê li ber mafê jiyanê bigire."   Li gel rewşa pandemiyê ku li hemû qadan jiyanê asteng dike, ji ber vê rewşê herî zêde girtî pirsgirêkan dijîn. Bi hezaran girtî ji ber vê rewşê bi binpêkirinên mafan  re rûbirû dimînin û mafê dermankirinê yê girtiyên nexweş jî tê astengkirin. Endama Lijneya Rêvberiyê ya Odeya Bijîşkan a Enqerê (ATO) Ayşe Ugurlu, derbarê girtiyên nexweş de nirxandin kir.   'Girtiyên nexweş ji rewşê bi gazincin'   Ayşe diyar kir ku bi salan e li girtîgehan mafê girtiyan ê dermankirinê tê astengkirin û piştî belavbûna pandemiyê ev rewş xirabtir bûye. Ayşe girtiyên li girtîgehan ku ji ber binpêkirinên mafan jiyana xwe ji dest dan bi bîr xistin û wiha got: "Mixabin mirov an li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û yan jî piştî tên berdan bi demeke kurt jiyana xwe ji dest didin. Gelek daxwaznameyên bi gilî û gazinc ji Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB)  û ATO'yê re derbarê xwenegîhandina derfetên tendirustiyê de  tên.  Em gelek bi baldarî bi mijarê eleqdar dibin. Komîsyona Mafên Mirovan a  Yekitiya Baroyan Tirk (TTB) jî dixwaze hin xebatan bike. Em çend caran çûn serdana wan jî lê di salên dawîn de bi hincetên cuda daxwazên me yên serdanê tên redkirin."   'Rewşa qawîşên mahkuman li nexweşxanê xirab e'   Ayşeyê bal kişand ser rewşa qawîşên mahkuman ên li nexweşxaneyan jî û got, "Me li hin nexweşxaneyan serdana qawîşên mahkuman kir. Qawîş li jêrzemînan e û li cihên ku tavê nabînine.  Li her odeyekê 3 kes dimînin. Tuvalet jî li heman odê ye û ne xweser e.  Tuwaleta ku divê ne li ber çav be li ber çavên her kesî ye û herkes dibîne. Ji ber wê girtî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Qwîşên girtiyan ên li Nexweşxaneya Nimûnê gelek xirab in."   'Di muayeneyên jinekolojîk de cendirme hewl didin bikevin hundir'   Ayşeyê got ku li Nexweşxaneya Sanatoryumê qadên hewadariyê veguherandine nivîngeha cendirmeyan û got ku girtî herî zêde ji muyeneya ku li gel kelepçê tê kirin bi gazinc in. Ayşeyê anî ziman ku muayeneya li gel kelepçeyê li dijî mafên mirovn e û wiha berdewam kir: " Di danezanên navneteweyî de û yên TTB'ê de biryarên ku muayeneya li gel kelepçê rûmeta mirovan dixîne hene.  Ji ber wê divê hem bijîşk û hem jî polîs û leşker di vî warî de baldar bin. Dema ku jinên girtî yên nexwseş dixwazin muayeneya jinekolojîk bibin leşker hewl didin bi wan re bikevin hundirê muayenexanê.  Di dermankirina diranan de jî kelepçeya wan nayê vekirin.  Divî warî de gelek gilî û gazinc tên kirin. Ger ku bijîşk leşkeran asteng bikin jî tên tehdît kirin."    'Divê Wezareta Edaletê xebatên nûh bide destpêkirin'   Ayşeyê diyar kir ku ji binpêkirinên mafan yek din jî ew e ku girtî kelepçekirî bi rîngan rêwîtiyê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê Wezareta Edaletê xebatên nûh bide destpêkirin û wiha berdewam kir: "Girtî ji sewknekirina xwe û ji muameleya kêfî jî gazincan dikin.  Girtî diyar dikin ku ew ji ber rewşa pandemiyê nikarin bi malbatên xwe re jî hevdîtinê bikin. Herwiha ji ber ku dermankirina girtiyan dikin roja hevdîtina wan bi malbatan re jî girtî mecbûr dimînin ku dermankirina xwe îptal bikin. Ji bo girtiyên bi nexweşiya kanserê jî raporên di girtîgehê de dikare bimîne didin girtiyan û dermankirina wan jî nayê kirin. Lê li gorî qanûnê dikare cezayê girtiyên bi nexweşiya penceşêr û nexweşiyên din ên kronîk sivik bê kirin û an jî bê îptalkirin."   'Divê giriyên nexweş bên tahliyekirin'   Ayşeyê diyar kir ku divê girtiyên nexweş bên tahliyekirin û ev tişt got, "Girtî nikarin xwedîkirina xwe bi rêk û pêk bikin, ji ber ku xwarineke baş ji wan re nayê dayîn. Boriyên ava vexwarinê hemû jeng girtî ne û tê gotin ku ava qirêj ji kaniyan diherike.  Di rewşa pandemiyê de divê pêdiviyên ji bo paqijiyê bê pere bên dayîn. Lê di pêvajoya pandemiyê de li girtîgehan rewş xirabtir bûye û binpêkirinên mafan jî zêdetir bûne.  Lê dikare rewşa revîran bê başkirin û malzemeyên tibî bêhtir bên dayîn. Bi vê re wê rê li ber sewka li nexweşxaneyan jî bikaribe bê girtin û girtî di rewşa karantînayê de jî dikarin bên dermankirin. Ji bo van hemûyan divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û û Wezareta Dadê sererastkirinên nûh bikin. Girtiyên ku rapora wan a nikare di girtîgehê de bimîne hebe jî divê bên tehliyekirin."   'Tedbîra ewlehiyê nikare pêşiya mafê jiyanê bigire'   Ayşeyê got ku bi îdaya ku ewlehiyê tehdît dike gelek girtiyên ku rapora wan a "Nikare di girtîgehê de bimîne" heye jî raporên wan hatine îptalkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu tedbîra ewlehiyê nikare pêşî li mafê jiyanê bigire. Tu mafê dewletê ku mafê parastina tendirustiyê ji destê kesan bigire tune ye. Protokoleke ku Wezareta Edaletê û ya Tendirustiyê di 2009'an de îmze kirine heye. Dema ku girtî, hukumxaar û an jî nexweş bikeve polîkilînîkekê divê wê derê wekî cirtîgeh neyê dîtin. Li gorî Protokola Stenbolê jî kesê sêyemîn divê nekeve navbera bijîşk û nexweş. Wekî TTB û ATO'yê em dixwazin e porotokola ku Wezareta Edaletê û ya Tendirustiyê  di 2009'an de îmzekirine bê îptalkriin û di bedêla wê de  Protokla Stenbolê bê pêkanîn.  Divê wezareta Dadê bi TTB, ATO, SES'ê re her wiha rêxistinên tendirustiyê re tevbigere."