'Em ê fêrî zimanê xwe bibin û hebûna xwe biparêzin' 2020-12-11 09:10:16   Ronîda Hacî     HESEKÊ - Meclîsa Civaka Ermenî ya Bajarê Hesekê ji bo zindîkirina ziman, dîrok û çanda ermenan şagirtan fêrî zimanê Ermenî dikin. Mamosteya Zimanê Ermenî Arşo Berberyan derbarê fêrkirina zimanê ermenî  de wiha got: "Pêwist e ermen hebûna xwe ji bişaftinê biparêzin û fêrî zimanê xwe bibin."   Di sîstema netewdewletê de tenê yek ziman, al û çand heye, lê di hundirê wê de gelek pêkhate dijîn û ji mafê xwe yê ku tenê bi zimanê xwe biaxivin bêpar mane. Ji bo parastina ziman û nasnameya netewa ermen, Meclîsa Civaka Ermenî parastina zimanê ermenî û zindîkirina wê hilgirt ser milê xwe.  Her wiha di hundirê Meclîsê de perwedeyên bi zimanê ermenî dest pê kirine . Têkildarî vê mijarê Mamosteya Zimanê Ermenî Arşo Berbiryan li ser perwerdeya zimanê ermenî axivî.   'Ji bo naskirina dîrok û zimanê ermenî em ê her xebat bikin'   Arşo da zanîn ku hefteyê rojekê  ji bo zimanê dayikê perwerde tê dayin û wiha dest bi axaftina xwe kir: ”Di komkujiya ku di sala 1915'an de ji aliyê tirkan ve bi serê ermenan de hat heya roja îro jî ermen êşa wê komkujiyê dikşînin. Di wê demê de gelek malbatên ermenî  neçarî koçberiyê bûn  û di nava gelek pêkhateyan de hatin belavkirin. Van malbatan nikarîbûn biçin dêran û fêrî zimanê xwe bibin, ji bo wê hejmareke mezin ji ermenan nizanin bi zimanê dayikê biaxivin. Meclîsa Ermen ku di 24’ê nîsana 2020’an de hate avakirin, ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê perwerdeyê bi zimanê ermenî dide.  Nêzî 60 şagirtî perwedeyê dibînin,  giştî 3 kom in û di rojê de her komek saetekê  perwerdeya ziman dibîne. Ji bo naskirina dîrok û zimanê ermenî em ê her xebat bikin.”    'Sîstema Netewa Demokratîk sîstema herî guncav e'   Arşo teqez kir ku sîstema Netewa Demokratîk ji bo hemû pêkhateyan sîstemek guncav e û wiha pê de çû: "Di sîstema netewdewletê de tek ziman, çand û al heye.  Mînak weke sîstema Rêjîma BAAS'ê ku tenê zimanê Erebî li pêş xist û mafê pêkhateyên di nava Sûriyeyê de dijîn qedexe kir. Helbet ev pêkhate fetisandinek jiyan û yek ji xewnên wan bû ku bi zimanê xwe biwxînin. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku bingeha wê netewa demokratîk e, mafê hemû netewan tê parastin. Netewên ku ji mafê xwe hatine dûrxistin wekî netewa ermen, kurd, suryan û her wekî din rabûna ser piyan û maf, nasname û hebûna xwe parastin. Loma sîstema netewa demokratîk ji bo her pêkhateyekê  sîstema herî guncav e. "   'Mafê her pêkhateyê ye ku zimanê xwe fêr bibe'   Arşo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca me zindîkirina çand, ziman û dîroka pêkhateya ermen e. Em dixwazin ermen dîroka xwe nas bikin. Vekirina Meclîsa Civaka Ermenî jî yek ji deskeftiyên Şoreşa Rojava ye ku îro em bi saya wê dikarin parastina hebûna ermenan bikin. Em ê xwedî li zimanê dayikê derkevin û hebûna xwe ji bişaftinê biparêzin."