'Li dijî qirêjiyê em ê xwedî li warê xwe derkevin' 2020-12-11 09:05:58   AMED - Piştî tayînkirina qeyûman xizmetên ku li kolan û taxan dihatin kirin kêm bûn û şêniyên taxên Sûrê ji rewşa heyî bi gazinc in û gotin: "Amed warê me ye û divê em xwedî li bajarê xwe derkevin."    Di 19’ê tebaxa 2019’an qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdinê kirin. Piştî ku qeyûman tayînê şaredariyan kirin, li herêmê pirsgirêkên paqijiyê derketin holê. Li gelek kolanên ku ne berçavin di nava qerejiyê de ne, kolan û cadeyên ku li ber çavên her kesî ne her roj tên paqijkirin. Yek ji wan taxên ku nayê paqijkirin taxa Ben û Senê ya Sûra Amedê ye. Li taxa Ben û Senê ku bi hezar şênî lê dijîn, paqijiya taxê nayê kirin. Bi taybetî şêniyên li taxên Hala Kevn ji ber qirêjî û çopê bêzar bûne û ji rewşa heyî bi gazinc in.    ‘Parastina taxa me tune’   Gulnaz Alp gazincên xwe yên li ser taxê wiha anî ziman: “Berê de çend caran dihatin kolanan paqij dikirin lê niha nayên taxê. Em bi xwe pêşiya malên xwe paqij dikin. Parastina taxên me tune, em xebatkarên şaredariyê li vir nabînin. Şêniyên taxê qasî derfetên xwe kolanan paqij dikin lê qûtiyên çopê tijî bûne û ji aliyê ajalên taxê tên belavkirin. Jixwe ji ber projeya veguherandina bajarvaniyê ku xaniyan xira dikin, deng ji taxên me kêm nabin. Em ji van dengan gelek aciz in. Em naxwazin ji vir biçin. Ji ber ku jiyana me li vir derbas bûye, cîranên me li vir in, zarokên me li vir mezin bûne."   ‘Xwedî derketin pêwist e’   Ji welatiyên Sûrê Sayîme Tekîn diyar kir ku xwedî derketina Amedê pêwist e û ev tişt got: “Taxa me gelek qirêj e berê de hemû kes benda rêveberan nebûn. Lê niha nêzikatiyek wisa nîne. Xebatkarên şaredariyê erka xwe nayînin cih. Lê divê em xwedî li bajarê xwe derkevin, Amed warê me ye û heke em xwedî lê dernekevin kesek jî xwedî li dernakeve.”