Tevgera Jinên Ciwan li dijî bûyera tecawizê ya li Kercewşê daxuyanî da 2020-12-11 08:37:33   HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê bûyera tecawizê ya li Kercewsa Elîhê qewimî şermezar kir.    Li Gundê Kercewsa Êlihê di nav de polîs, çawişê pispor û cerdevan jî tê de 27 kesî tecawizî zarokeke 15 salî kiribûn. Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê bûyera tecawizê ya li hemberî  zaroka 15 salî ya li Kercewşa Êlîhê pêk hat şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda Tevgera Jinên Ciwan a taxa Şêx Meqsûdê hate dayîn. Di daxuyaniyê de bi dehan jinên ciwan, sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Her wiha alê Tevgera Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsa "Na ji kuştina jinê re" hatibû hildan. Daxuyanî li ser navê Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo ve hate xwendin.    'Divê em hemû li derdora jinan bibin xelekek û hevdu biparêzin'   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Sedsala 21'emîn sedsala jinê ye. Di vê sedsalê de têkoşîn û berxwedana jinan di asta herî bilind de ye. Jin li ser bingeha zanebûn, sekin, îrade, nasname û dengê xwe çalakiyên xurt dike, ji bo ku bikaribin xwedî li hev derkevin. Jin bingeha civakê ye, ji bo wê ji aliyê zilamê serdest ve rastî hemû cureyên qirkirinê tên. Her wiha pergala kapîtalîzîm di aliyê fikrî, fizîkî heta nefesî jî êrîşî jinê dike. Herî dawî li bajarê Êlihê jina ciwan a 15 salî rastî tecawizê hat, ev bûyer jî ne ji rêze ye û dewleta tirk bi zanebûn êrîşî jina Kurd dike. Em weke Tevgera Jinên Ciwan ev bûyera ne mirovî û hemû pîvanên exlaqî derbas dike bi tundî şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin. Em bang li hemû rêxistinên jinên cîhanê dikin ku li hember van bûyeran bêdeng nemînin. Divê em hemû li derdora jinan bibin xelekek û hevdu biparêzin."    Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.