Meclîsa Jinê ya PYD'ê komcivîn li dar xist 2020-12-10 16:55:30   HELEB - Meclîsa Jinê ya PYD'ê a bajarê Helebê komcivînek têkildarî jiyana hevbeş û malbata demokratîk li dar xist.   Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Helebê bi dirûşma "Dest ji kuştina jinan berdin" komcivînek têkildarî jiyana hevbeş û malbata demokratîk li dar xist. Di komcivînê de bi dehan endam û nûnerên partiyên siyasî û endamên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.    Komcivîn ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Helebê, Nergîs Bekir û Endama Meclîsa PYD'ê Emîne Elîko ve hat birêvebirin.    'Di xwezaya jinê de afrînerî heye'   Ji Rêveberiya Meclîsa Jinê ya PYD'ê Nergîs Bekir wiha got: "Mijara ku îro em li ser bisekinin mijarên pir girîng in. Rêber Apo di dahurandina xwe de gelek girîngî dide jiyana hevbeş û malbata demokratîk, ji ber malbat bingeha civakê ye. Di nava civakê de komîn pir girîng e, dema em vegerin civaka xwezayî li wê derê komîn bingeha her tiştî bû. Divê em rastiya civaka xwe ya Sûriyeyê baş nas bikin da ku li gor welat û mirovên wê tehlîlên baş derxînin holê. Her wiha di nava civakê de rol û mîsyona jinê pir diyar e. Di xwezaya jinê de civakbûyîn heye, loma em jiyana hevbeş dikarin bi jinê re ava bikin. Maf û îradeya jinê jê hatiye dizîn û di şer de tiştên herî qirêj li ser jinê tê meşandin. Her wiha jin di nava sînorê malê û xizmeta xwedîkirina zarokan de hatibû hiştin. Lê di esasê de di xwezaya jinê de afrînerî heye, ji ber jin ji tunebûnê hebûnê diafirîne."   'Divê her du zayend jî xwe zane bikin'   Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk Emîne Elîko jî wiha got: "Jiyana hevbeş bi jin û mêr ve temam dibe. Em nikarin jiyana hevbeş ji herdu zayendan ji hev cuda bigirin dest. Ger di nava her du zayendan de hevsengî hebe, wê jiyana hevbeş were avakirin. Rola herî mezin dikeve ser milê her du zayendan. Ev yek jî bi zanebûnê pêk tê, loma divê her du zayend jî xwe perwerde bikin da ku em bikarin jiyana hevbeş û malbatên demokratîk di nava civakê de ava bikin."   Komcivîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.