Jinên ciwan ên Mexmûrê bûyera Kercewsê şermezar kirin 2020-12-10 16:53:58   MEXMÛR - TJCM bi daxuyaniyekê tecawîza li hemberî zaroka 15 salî ya ku li Kercewsa Êlihê pêk hatî şermezar kirin û gotin: "Divê hemû jinên cîhanê jî bizanibin ku em weke jin û ciwanên şoreşger ên Mexmûrê tu caran van erîşên zayendperest û zilamsalar qebûl nakin û em ê heta dawiyê hemberî dewletên faşist û hêzên emperyalîst têkoşîna xwe mezin bikin."   Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê (TJCM), bûyera tecawiza li hemberî zaroka 15 salî ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê pêk hatî bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li ber dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn hat dayîn û ji hêla endama TJCM'ê Nûdem Seyhan ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di pêvajoyên dawî de hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn, êrîşên li ser jinan zêde bûne. Her rojê ku diçe zêdetir jî dibe. Li bakurê Kurdistanê bi destê dewletê bûyerên tecawîzê pêk tên. Li bakurê Kurdîstanê û Tirkiyeyê polîtikayên kuştin tecawiz li dijî jinê her roj zede dibin. Bi rêbazên şerê taybet erîşî jin û ciwanan dikin.    Her wiha li ser medyaya civakî çanda fihuş û tecawizê tê pêşxistin. Bi navê hezkirinên şexsi bi jinên ciwan re tekîlî tên pêşxistin û piştre jî şantajê li jinan dikin. Duh bûyera Îpek Er û îro jî zaroka 15 salî ya Kercewsa Êlihê... Da ku gel ji vê bûyerê agahdar nebe ji qedexeya weşanê danin li ser ajansa nûçeyan. Xwestin li ser vê bûyerê bigrin û rastiya vê hovîtiyê veşêrin.    Pewiste em wê baş bizanibin ku ev tişt ne tesadûfiyê û ne cara yekem e ku tê kirin. Ev polîtîka bi zanebûn û bi salane bi destê dewleta tirk û artêşa wê ve tê kirin. Em hemû dizanin ku ev zihniyeta dewletê ya tecawûzkar bi vê kirina xwe re erîşî nirxê Gelê Kurd û hemû mirovahiyê dikin. Bi hezaran jin hem weke fîzîkî hem weke psikolojîk rojane bi polîtakayên dewletê yên taciz, tecawizê re rûbirû dîminin. Bi pêşxistina van erîşan re dixwazin refleksên gel kontrol bikin.   Bi taybetî divê jinên ciwan ên Botanê hemberî van kirinên dewletê bê deng nemînin û ji hemû saziyên dewletê hesap bixwazin. Divê raya giştî û hemû jinên cîhanê bizanibin ku heta ev hêzên metînger û kapîtalîst ji holê neyên rakirin, ne li Kurdîstanê û ne jî li cîhanê jin û civak ne mimkûne ku jiyanek azad avabike. Ji bo vê ji hemberî her cureyên polîtîkayên erîşê yên ser jinan ên fîzîkî, psîkolojik û civakî divê helwest bê nîşandan û têkoşîn bê dayîn.    Divê hemû jinên cîhanê jî bizanibin ku em weke jin û ciwanên şoreşger yên Mexmûrê tu caran van erîşên zayendperestû zilamsalar ên li ser jin û civakên azadîxwaz   qebûl nakin û em ê heta dawiyê hemberî dewletên faşist û hêzên emperyal têkoşîna xwe mezin bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Bimre faşîzim û çanda tecawizê" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.