'Herî kêm 49 girtî jiyana xwe ji dest dan' 2020-12-10 15:11:36   AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi minasebeta 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de ne, tevî van yekan tenê di sala 2020'an de herî kêm 49 girtî jiyana xwe ji dest dane. Divê rayedar li gorî hiqûqa navneteweyî erka xwe bîne cih.”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi minasebeta 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolû ya Rêzana Amedê daxuyaniyek da. Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Lijneya Amedê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê û Lijneya Amedê ya Însîyatîfa Komeleya Mafên Mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Serokê ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn ve hat xwendin.   Di destpêka daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin hat bibîranî û wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê her ku diçe cûr bi cûr pirsgirêk rû didin. Yek ji pirsgirêkên Tirkiyeyê ya herî mezin mijara kurd e. Her wiha heta ku ew mijar neyê çareser kirin pirsgirêkên Tirkiyê yên hêla demokrasî û binpêkirina mafan jî naqede. Em carek din parastina ji bo çareserkirina mijara kurdan a bi awayekî aştî û demokratîk bang dikin.”   ‘Herî kêm 49 girtî jiyana xwe ji dest dan’   Di daxuyaniyê de bal kişandin ser pergala îşkenceyê jî û wiha hat bi lêv kirin: “Di binçavkirinan û serdegirtina malan de gelek kes bi muameleyên nebaş û helwestên li dijî hiqûqî re rûbirû tên. Li Tirkiyeyê pergala îşkenceyê derketiye asta herî jor û binpêkirina mafan a herî mezin e. Di pêvajoya pandemiyê de ew îşkence û tevgerên nebaş li girtîgehan zêdetir bû. Bi hinceta şewbê mafên girtiyan ku ji xwe bi sînor bûn zêdetir hatin binpêkirin. Bi vî awayî li girtîgehan pergalek li gorî xwe dixwazin biafirînin. Şewba koronayê jiyana girtiyan dixe bin xetereyê. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de ne, tevî van yekan tenê di sala 2020'an de herî kêm 49 girtî jiyana xwe jidest dan.”   'Rayedar divê li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin'     Daxuyaniya ku hatî dayîn de grevên birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de hatî destpêkirin hat bibîranîn û wiha hat gotin: "Wekî ku tê zanîn girtiyan li dijî tecrîda Îmralî û binpêkirina mafan dest bi çalakiyê kirin. Cerîbandinên salên borîn de nîşan dide ku gelek girtî ji ber çalakiyên grevên birçîbûnê jiyana xwe ji dest dabûn. Rewşa piraniya tenduristiya girtiyan jî ketibû bin telûkeyê. Ji ber van sedeman divê rayedar li gorî hiqûqa navneteweyî erka xwe bînin cih û girtiyên ku di grevê de ne dawî li çalakiya xwe bînin.”   ‘Nîqaşkirina peymana Stenbolê êrêkirina qetîl kirina jinan e’   Herî dawiyê di daxuyaniyê de wiha qala Peymana Stenbolê hat kirin: “Ji ber ku Peymana Stenbolê bi awayekî rêkûpêk nehat sepandin bi dehan jin hatin qetîlkirin. Li hemberê dîmenek ewqas giran nîqaşkirina vê peymana êrêkirina van qetîl kirinan e. Erka dewletê ne nîqaşkirina vê peymanê ye, sepandina wê ye.”