Ciwanên Şoreşger êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin 2020-12-10 13:50:16   QAMIŞLO - Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî biryar û li hevkirina ku li ser Şengalê tê meşandin bi meşekê meşeleyan şermezar kirin û piştgiriya gelê Şengalê kirin.   Li dijî biryar û lihevkirina hikumeta Bexdayê û Hewlêrê li ser Şengalê, Tevgera Ciwanên Şoreşger meşekê meşaleyî li çarxerêya Sonî ya bajarê Qamişloyê li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û meşale hatibû hildan. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê  Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Qamişloyê Seyran Sîno ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:    "Hikûmeta Bexda û Hewlerê li ser Şengalê peymanek îmze kirin. Gelê me baş dizane ku di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kurdên me yên Êzîdî kirin û pêşmergehên PDK'ê jî gelê me tenê hiştin û reviyan. Em weke Ciwanên Rojava îradeya gelê xwe yê Şengalê ji xwe re esas digirin û îxanetkaran tucarî li ser axa Şengalê qebûl nakin. Îxanetkar dixwazin fermanek nû li ser gelê me yê Şengalê pêk bînin. Em van êrîşan şermezar dikin û em bêdeng namînin û bila îxanetkar baş bizanibin ku bi êrîşekî li ser Şengalê ciwanên Rojava wê bi rihekî fedayî berê xwe bidin Şengalê."    Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.