Ji nivîskaran peyama 10'ê Kanûnê: Bila hemû nivîskar serbest bên berdan 2020-12-10 10:29:42   AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê li ser 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan dan zanîn ku divê nivîskar û rojnamegerên di girtîgehan de tên girtin serbest bên berdan û binpêkirina mafên pê bi rû bi rû dimînin bi dawî bibe.   Têkildarî 10'ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zext û tundiya li ser nivîskar û rojnamegeran ne adîlane ye û divê nivîskar û rojnamegerên kurd ên hêz û baweriya civakê ne û nivîskar û rojnamegerên hemû cîhanê bigihêjin azadiya xwe.   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di 10'ê Kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin. Loma ev roj her sal wekî Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin. Li gor madeyên 1-2-3 yên danezanê hemû mirov di warê mafên wekhevî, azadiyê de wekî hevdu ji dayik dibin. Hemû mirov bêyî ku cudatiye reng, zayend, ol, siyaset û hwd. dikarin fêdeyê ji azadî û hemû mafan bigirin. Her wiha mafê jiyanê, azadiyê, ewlehiyê mafên hemû kesan e. Lê mixabin dema em li pratîka cîhanê dinêrin dewletên ku îmze avêtine binê vê danezanê mafên hemû mirovan naparêzin û binpêkirina mafan her tê rojevê.  Li Tirkiyeyê jî bi taybet piştî hewildana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an êriş li ser mafê jiyanê, civîn, mafê xwepêşandanê, azadiya raman tên kirin. Îro li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê dema em dinêrin bi sedan rojnameger û nivîskar di zindanan de ne û mafên wan tên bipêkirin.    Divê hemû nivîskar û rojnameger serbest bên berdan   Tevî mafê rewa yê axaftin û perwerdeya bi zimanê kurdî hîn nehatiye mîsogerkirin, nivîskar û rojnameger nikarin ramanên xwe bi awayekî azad bînin ziman, dema tînin ziman bi tundî, zext û binpêkirina mafan rû bi rû tên hiştin. Divê nivîskar û rojnamegerên di girtîgehan de tên girtin serbest bên berdan û binpêkirina mafên pê bi rû bi rû dimînin bi dawî bibe. Zext û tundiya li ser wan ne adîlane ye. Em ê wekî Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê heta dawî li dijî vê yekê bin. Di Roja Mafê Mirovan de em hêvî dikin ku nivîskar û rojnamegerên kurd ên hêz û baweriya civakê ne û nivîskar û rojnamegerên hemû cîhanê bigihêjin azadiya xwe. Bi pênûs û kamereya xwe ragihandina rastiyê bi awayekî azad bidomînin."