'Li dijî binpêkirina mafan divê kurd bibin yek' 2020-12-10 09:14:41   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî, bi boneya Roja Mafê Mirovan ya Cîhanê nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Dewletên desthilatdar, hegemonîk û neteweyên yekbûyî mafên mirovan naparêzin. Mafan binpê dikin û girîngiyê nadin mirovan."Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl jî got:"Dewleta tirk li dijî zagonan tev digere û mafên mirovan binpê dike. Li dijî binpêkirina mafan divê kurd bibin yek."   Di 10'ê Kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin. Loma ev roj her sal wekî Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin. Lê belê di roja me ya îro de em li kiryarên netewdewletan dinêrin, heman komkujiyên ku di şerê cîhanê yê duyemîn de hatine kirin, dubare dibin. Bi avabûna netewdewletan re şer, pevçûn, kuştin û talankirina jiyana mirovan her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber sedema şerê cîhanê yê yekem û duyemîn gelek mirov hatine kuştin û koçberkirin. Her wiha mirov weke kole ji hêzên serdest re dane xebitandin. Ji bo ku her kes bibe xwedî mafê jiyanek bi ewle, di Hezîrana 1948'an de piştî şerê cîhanê yê duyemîn ji bo danasîna mafê mirov a li cîhanê, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Danezana Mafên Mirovan pêşkêşî dewletan kir. Di 10’ê Kanûna heman salê de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê 48 dewletan ve hate pejirandin û weke Roja Mafê Mirovan a Cîhanî hate pênasekirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan ya Herêma Firatê Nesrîn Elî, bi boneya Roja Mafê Mirovan ya Cîhanî nêrîna xwe anî ziman û bi me re parve kir.   'Mafê me yê axaftin û jiyanê tê binpêkirin'   Nesrînê da zanîn ku bi armanca parastina mafê gelan Roja Mafê Mirovan hat ragihandin, lê heta niha mafê mirovan nayê parastin û wiha pê de çû: "Ji bo mafê mirovan bê parastin ev roj hat diyarkirin, lê tenê rojek têrê nake, divê di hemû rojan de mafên mirovan bê parastin. Di roja me ya îro de mafê mirovan tê binpêkirin. Bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rojane rastî kuştin, talankirin, wêrankirin û revandinê tên. Ev sê sal in li Herêma Efrînê, herî dawî li Serêkaniyê û Girê Spî kiryarên dijmirovahiyê tên kirin, li hemberî van kiryaran heta niha Neteweyên Yekbûyî ji kujeran hesab nepirsiye. Ev yek dibe sedem ku roj bi roj gel bê kuştin û mafên wan bê binpêkirin. Em bi çavên xwe dibînin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zagonên navneteweyî tên binpêkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek dibistan ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê hatine girtin. Bi hezaran zarok ji xwendinê bê par mane, em dibînin îro mafê zarokan di xwendinê de tê binpêkirin, ev bi xwe êrîşek derûnî ye û dihêle ku zarok dûrî çanda xwe bikeve. Dema ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hat dagirkirin, yekser dewleta tirk û çeteyên wê, li şûna malbatên xwediyê wê axê malbatên çeteyan bi cih kirin, li gor mafê mirovan ev bi xwe sûc e."    'Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê xwe biparêzin'   Nesrînê bal kişand ser dewletên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin ku divê li gor zagon û hevpeymanan tev bigerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî tu kesî nekirine, em tenê parastina xwe dikin. Dewleta tirk û komên çeteyên wê  Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî  dagir kirine, qaşo sînorê xwe diparêzin.  Lê bi rengekî hovane êrîşî gel dikin û rojane ew gel rastî qetilkirinê û komkujiyan tên. Komkujiyên ku li Kobanê, Til Rifet û gundê Qurfilê çêbûn ev hemû binpêkirina li ser gelê me ne. Li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neheqiyek heye. Loma divê gel ji bo mafê xwe bêdeng nemînin, her di nava têkoşînê de bin û serî netewînin.  Em weke Komeleya Mafê Mirovan dema ku bûyerek çêdibe yekser em xwe digihînin wê bûyerê û bi belge dikin ji raya giştî re dişînin. Rêxistinên mafê mirovan pêwîst e mafê her mirovekî di aliyê ziman, ol, çand û nasnameyê de biparêzin. Lê ev yek li herêmên me tune ye, rêxistinên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî çavên xwe ji hemû kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê girtine, hevkariyê bi wan re dikin.  Her dewletek li gor berjewendiyên xwe tev digere, yê ku dibêje ez mafê gelan diparêzim divê li gor axaftina xwe kar û xebat bike û bi wîjdan kar bike."   'Dewleta tirk li dijî zagonan tev digere'   Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl diyar kir ku di Roja Mafên Mirovan de jî jin her dem li Tirkiyeyê bi tundiyê rû bi rû dimînin û bal kişand ser êrişên li dijî Peymana Stenbolê û wiha got:"Dewleta tirk xwe bi awayekî demokratîk nîşan dide, lê di piratîkê de di serî de mafên jinê, hemû mafan binpê dike. Sedsalane jin ji bo mafê xwe têdikoşin, ev maf ji xwe ber nehatiye bidestxistin. Lê li Tirkiyeyê tenê mafê jinê di hilbijartinan de heye û ev yek têrê nakê. Dewleta tirk zagonan çêdike, lê mixabin pêk nayîne, ev yek dibe sedem ku jin rastî hemû cureyên tundiyê bê û mafê wê yê rewa neyê parastin. Yê ku mafê xwe bi dest bixe jin e ji ber mêr an jî dewlet tu carî naxwaze ku jin bibe xwediyê maf û rola xwe di nava civakê de bilîze, ji bona vê jî divê jin têkoşînek xurt li hemberî hişmendiya dewletên desthilatdar bide meşandin, da ku bigihêje mafê xwe û bibe xwediyê biryarê.Wek tê xuyakirin ku hevpeyman tên binpêkirin. Yek jê Hevpeymana Stenbolê ye ku dewleta tirk bi xwe ev erê kir û ragihand, lê roja îro dixwaze vê hevpeymanê binpêbike û ji holê bide rakirin. Ev yek nakokiyan bi mirovan re çêdike û mirovan bi fikar dike ku çima pergala AKP- MHP'ê dixwazin vê hevpeymanê rakin. Rast e li Tirkiyeyê jin di nava lêgerîn û têkoşîneke mezin de ne, lê ev yek têrê nake divê hemû jin bi yek armancê pergala dewletên desthiladar têk bibin û mafên xwe bi dest bixin."