Çanda teşîrêstinê bi destên jinan zindî dibe 2020-12-10 09:12:58   ŞIRNEX - Meryem Zeybek, li gundê Heştana Şirnexê dijî û çanda rêstina teşiyê didomîne û bi hewldana xwe xwedî li mîrateya dayik û pîra xwe derdikeve.    Li gundê Heştana Şirnexê jinan çanda tevn û teşiyê bi hewldana xwe zindî dihêlin. Meryem Zeybek a 75 salî li gundê Heştanê dijî, hêj çanda teşî rêstinê didomîne û xwedî li mîrateyê derdikeve.    Meryem bi eslê xwe ji gundê Heştanê ye. Ji zarokatiyê heta 75 salî li Heştanê jiyana xwe domandiye. Ji bo Meryemê jiyan her tim wek hev bû. Bi biharê re berê xwe didan zozanan û bi payîzê re jî carek din vedigeriyan gund. Malbata Meryemê koçer bûn û li zozanan sewaltiyê dikirin û bi sewaltiyê debara mala xwe dikirin. Piştî ku Meryem di temenê biçûk de bi zorê hat zewicandin û barê wê bêtir giran bû. Êdî Meryem berpirsiyartiya hemû karan girtî bû ser xwe. Her sala ku derbas dibû ji bo Meryemê dibû tecrûbeyek. Lê niha ez naçim zozanan û karê giran nakim. Ez niha bi taybetî karê ku li malê bê kirin dikim.    Niha ji ber demsalê kar û barê jinan guherî ye. Jin û bi taybetî jî jinên temên mezin bi danîna tevnê û bi rêstina teşiyê re mijûl dibin. Meryem niha teşî dirêse û tevn çêdike û wiha axivî: "Me li ser tevnê gelek tişt çêdikirin. Me berê tûrik çêdikir û me genim û cehên xwe dixwistin nava wan tûrikan. Niha kes êdî wek berê wan tiştan çênake."   Mamosteyên Meryemê her tim dayik û pîrika wê bû û niha jî hewl dide ku mirateya wan zindî bihêle. Meryem, wiha behsa rêstina teşiyê kir: "Dayik û pîrika min teşî rêstinê nîşanî min dan. Berê hemû jin diciviyan û bi hev re teşî dirêstin û tevn datînin. Em di serî de hiriyên xwe tînin û vediçirînin, şedikin û piştre jî bi teşiyê dirêsin. Bi wan rêsan ez gore û patîkan çêdikin."   Meryem, dawiya axaftina xwe da got êdî kes tu ne wek berê xwedî çanda xwe dernakeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin hemû kes xwedî li çanda xwe derkeve. Ger çand winda bibe ew civak jî winda bibe. Divê di serî de jî em jin xwedî li çanda xwe derkevin. Ez jî ji bo çanda me winda nebe xwedî lê derdikevim."