Gulîstan Kiliç Koçyigit: Grevên birçîbûnê elermek e 2020-12-10 09:11:31   Oznur Değer    ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyigit a HDP'yî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li zindanan wiha got:"Hîn grevên birçîbûnê kûrtir nebûne divê daxwazên girtiyan ji aliyê raya giştî xwedî lê bê derketin û herkes çi ji destên wan bê bikin."   Piştî gotinên reformê yên Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan binpêkirina mafan a li welêt û bêhiqûqî zêde bûn. Piştî van gotinan di nava du hefteyan de bi hezaran kes hatin binçavkirin. Ji aliyekî din jî li hemû girtîgehên li herêmê girtiyên siyasî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li zindanan di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigit grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û geşedanên rojane nirxand.    'Ji rola ewil de li dijî Birêz Ocalan polîtîkayeke tecrîdê heye'   Gulîstanê da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê, binpêkirina mafên li girtîgehan, zext û îşkenceya sîstematîk kesayeta AKP'ê nîşan dide û wiha got:"Li welatekî ji bo standartên demokrasiyê bê famkirin divê mirov li binpêkirina mafên li girtîgehên wî welatî temaşe bike. Tecrîda tê kirin sîstematîk e. Lihevkirina MHP, Ergenekon û AKP'ê li ser dijbertiya Gelê Kurd e. Loma dest dixin ser destkeftiyên kurdan. Dewsa AKP pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike tevgerên siyasî yên kurd, destkeftiyên kurd dixwaze berteraf bike. Loma tecrîda li ser Birêz Ocalan jî didome. Dewletê piştî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat destpêkirin hişt Birêz Ocalan û parêzerên xwe hevdîtinê bikin lê piştre ev dîsa hat astengkirin. Bi vê hevdîtina bi sînor dewletê xwest pêvajoyê wiha bi dawî bike.  Îktidara AKP'ê Birêz Ocalan wekî 'rehîne' girtiye û vê peyamê dide: 'Ez dema bixwazim ez ê bihêlim hevdîtinê bike, dema ez nexwazim jî ez nahêlim. Ez zagon û hiqûqê nas nakim.' "   'Mafên gelê kurd ji nedîtîve tê'   Gulîstan da zanîn ku dema li vî welatî mirov bibêje 'ez muxalîf im, HDP'yî me, Kurd im, Elewî me, jin im' ev yek tên krîmînalîzekirin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bêhiqûqî ye. Ji ber em bi awayekî bi hêz li dijî vê dernakevin loma neheqî û bêhiqûqiyên din jî rû didin. Li dijî binpêkirinan û tecrîda li ser Birêz Ocalan berê girtî bertek nîşan didin. Niha girevên birçîbûnê didomin. Ev elermek e. Hîn grevên birçîbûnê kûrtir nebûne divê daxwazên girtiyan ji aliyê raya giştî xwedî lê bê derketin û herkes çi ji destên wan bê bikin. Piştî gotinên reformê yên Serokkomarê AKP'yî Tayyip Erdogan binpêkirina mafan a li welêt û bêhiqûqî zêde bûn. Piştî van gotinan di nava du hefteyan de bi hezaran kes hatin binçavkirin. Ev ne reform e ev xapandin û manîpîlasyon e. "   'Bingeha pirsgirêkan neçareserkirina pirsgirêka kurd e'   Gulistanê bal kişand ser bingeha pirsgirêka kurd û wiha got:"Ji ber AKP polîtikaya tundî, şer ji bo tasviyekirina pirsgirêka kurd dixe dewrê li welêt jî maliyetên aborî, siyasî û civakî derdikeve pêş. Tirkiye êdî vê maliyetê nikare hilgire. Hinek aliyên AKP'ê jî ji ber qeyranên aborî û civakî ji vê rewşê ne razî ne lê hinek alî jî bêtir aliyê MHP'ê digire. Hinek aliyên AKP'ê tînin ziman ku AKP êdî ne AKP ye, MHP ye û ji vê yekê îtiraz dikin. Niha hevsengiyeke îtifaqê heye û ji ber ku mecbûrî hev in nikarin hevdu biavêjin. Di nava wan de krîza ku nikarin bi rê ve bibin heye. Ev krîz jî bandora xwe li ser hemû civakê dike. Niha sîstema hukumeta hevserokatiyê bi xwe ucubeyek e û em berdêla vê yekê bi canê xwe didin. Niha Tirkiye di kaotîka herî kûr a dîrokê de ye. Li Gundê Biroxa Colemêrgê Ozcan Erbaş hat qetilkirin. Dema kurd mafê dixwazin tên kuştin. Binpêkirina maf û jiyanê niha hatiye asteke bi xof. Niha hukumet bi awayekî eşkere kurdan dikuje. Mirin û îşkenceyan jî rewa dike."   'Bersûcên kesên hatine qetilkirin bêceza tên hiştin'   Gulîstanê da zanîn ku polîtikayên bêcezahiştinê pêş ketiye û wiha got:"Muhammed û Furkanê li Şirnexê di nava livînan de bûn ji aliyê panzêrê ve hatin kuştin. Gelek bûyerên bi vî rengî hene. Bersûcên kesên hatine qetilkirin bêceza tên hiştin. Hezên kolukê yên dewletê dema kurdan dikujin dewsa bên cezakirin gelek carî terfî dikin. Ev tê wê wateyê ku mafê welatîbûyinê yê kurdan ji aliyê AKP û MHP'ê ve nayê qebûlkirin. Em vê yekê qebûl nakin û em dibêjin ew ê têkoşîna me ya li dijî vê yekê dewam bike. Kurd li ku bin bila bibin divê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de li gel hev bin. Werin em bibin yek û pêşî li komkujiyên di sedsala 21'emîn de bigirin."