'Di teqîna Til Temirê de me bi hev re li dijî dagirkeriyê li berxwe dan' 2020-12-10 09:09:50   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Partiya Aşûrî ya Demokratîk, Cemîla Kako, hevrê û malbatên qurbaniyên teqîna Til Temirê anîn ziman ku her dem Til Temir ji ber girîngiya stratejîk bi êrişan rû bi rû maye û wiha gotin:"Her tim êriş li dijî Til Temirê tê kirin. Lê belê bi hev re me birînên xwe pêçandin û li hember dagirkeriyê em li berxwe didin. "   Di 10'ê Kanûna 2015'an de li Navenda Tenduristiyê, Kolana Filestîn û Bazara Hal a Til Temirê 3 teqîn ji aliyê DAÎŞ'ê ve pêk hatin. Di teqînê de tevî du kedkarên tenduristiyê 28 kesî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijara teqîna li Til Temirê Endama Partiya Aşûrî ya Demokratîk, Cemîla Kako, hevrê û malbatên qurbaniyên teqîna Til Temirê axivîn.    'Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Til Temir bûye navenda êrîşan’    Endama Partiya Aşûrî ya Demokratîk Cemîla Kako bal kişand ser êrîşên li ser Til Temirê û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Ji destpêka aloziya Sûriyeyê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Til Temir bûye navenda êrîşan.  Êrîşa herî zêde bandor li ser gel û herêmê kir, êrîşa 23'yê Sibata 2015'an bû. Ji du gundan 261 Aşûrî hatin revandin û bi giştî gundên Aşûriyan ji şêniyên wê vala bûn. Ji ber li Til Temirî jiyaneke hevpar û wekhevî hebû her wiha ji ber girîngiya rêya M4'ê loma her Til Temir bûye hedef."   'Dihat xwestin jiyana hevpar têk biçe'   Cemîlayê da xuyakirin ku Til Temir bûye navenda pevçûnên navneteweyî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di teqînên ku di 10'ê Kanûna 2015'an de li Til Temirê rû da, ez li Reqayê di destên çeteyên DAIŞ'ê de bûm.  Çeteyan radyoyek biçûk anîn cem me û gotin ku wan 3 teqîn li Til Temirê pêk anîne. Armanca teqînan rêxistinbûyîna jiyana ku gelê Til Temirê bi têkoşîn û berxwedana xwe ava kiribûn. Dihat xwestin jiyana hevpar têk biçe."   'Berxwedana gelê me bi ser ket'   Cemîlayê êrîş û xeteriya dewleta tirk jî bi bîr xist û wiha dawî li gotina xwe anî: "Heman êrîşkarên ku ji sala 2013'an heya niha êrîşî Til Temir dikin yek in. Lê tenê nav û cil hatine guhertin ew jî Cebhet El-Nusra, DAIŞ û dewleta tirk a dagirker e. Dewleta tirk jî xwest bi êrîşa xwe ya herî dawî komkujiyên di derheqê gelê herêmê de  nû bike, lê berxwedana van gelan rê nedan ku pilanên xwe pêk bînin. Bi hêza gelê xwe me dikarîbû hêzeke terorîst a ku li ser cîhanê xeterî ava dikir DAIŞ'ê têk bibin.  Em ê dagirkeriyê têk bibin, dîsa berxwedana gel wê bibe sembola Til Temirê û serkeftina wê."   'Heta niha ez êşa windakirina rêhevala xwe dikşînim'   Hevrêya Ş.Mîlya Tolo, Emel Kako ku dema roja teqînê rave dikir kelogirî dibû ev tişt got :"Dema teqîn rûda, di kêlîyekê de her tişt hate guhertin. Rêhevala min ku bijîşk bû beriya teqînê em bi hev re bûn, lê ji ber serdana min a ji bo xizmên min ez ji mal derketim, min jê xwest ku ew jî derekeve lê nehat. Piştî ku Mîliya jiyana xwe ji dest da valahiyeke pir mezin di jiyana min de çêbû, heya niha ez wê êşê dikşînim."   'Em ê li dijî pilanên qirkirinê li ber xwe bidin'   Emelê wiha bi dawî kir: "Di 9'ê Kanûnê de beşek ji girtiyên me yên pêkhateya aşûrî li cem DAIŞ bûn hatibûn berdan, ji wan girtiyan re gotibûn 'Eger hûn ji vir derkevin, hûn ê gelekî poşman bibin'. Çeteyan bal dikişandin ser hersê teqînên ku di roja din de li Til Temirê pêk anîn. Birîna wê rojê heta niha nehatiye kewandin. Sala 2015'an saleke reş û bi êş bû ji bo me, malbatên me hatin revandin, li cihên me teqîn pêk hat û gundên me hatin şewitandin. Windakirina kesên hêja di teqînan de barê me giran kir. Em ê heta dawî jî li ber xwe bidin û hemû pilanên li dijî me, têk bibin."   'Di teqîna Til Temirê de me bi hev re li dijî dagirkeriyê li berxwe da'   Şemsa Sedo ku du xwişk û hevjîna birayê wê jî di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, xizmên xwe bi bîr anî û wiha got: "Xwişka min a hemşîre di dilê her zarokek û mezinan de cih girtibû, her kes bi şehadeta wê bandor bû. Ewqas hovitiya ku li dijî sivîlan tê kirin, bê exlaqî ye. Çi gunehê van zarokan heye ku bê dayik man? Dewleta tirk çeteyên DAIŞ’ê xwedî dike û mezin dike, ji ber wê ew çiqasî êrîş bikin, malên me xira bikin em ê ji nû ve ava bikin. Kurd, ereb û aşûriyan piştî teqînan dîsa bi hev re birînên hev derman kirin û ji nû ve jiyana xwe berdewam kirin. Di teqîna Til Temirê de me bi hev re li dijî dagirkeriyê li berxwe da."