ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-10 09:01:58   * Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê tedbîrên nû hatin kirin, ji bo esnaf û welatiyan pêvajoyeke dijwar dest pê kir. Esnafên ku nikarîn kirêyên dikanên xwe bidin dikanên xwe girtin. Esnafên jin wiha gazincên xwe anîn ziman: “Ne şewb dê hejarî bibe sedema mirina me. Êdî hat astekî wisa em pariyek nan nikarin bistînin.” BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê, Rewşen Hacim bi munasebeta 10'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan a Navneteweyî bal kişand ser binpêkina mafên mirovan û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Di Girava Îmraliyê de mirovahî tê binpêkirin. Rêxistinên mafên mirovan li şûna ku bi erka xwe rabin, xizmeta berjewendiyên hêzên hegomonîk dikin." DÎMEN HEYE   *Endama Partiya Aşûrî ya Demokratîk, Cemîla Kako, hevrê û malbatên qurbaniyên teqîna Til Temirê anîn ziman ku her dem Til Temir ji ber girîngiya stratejîk bi êrişan rû bi rû maye û wiha gotin:"Her tim êriş li dijî Til Temirê tê kirin. Lê belê bi hev re me birînên xwe pêçandin û li hember dagirkeriyê em li berxwe didin. "   DÎMEN HEYE   *Jinên li Stenbolê bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan û gotin: "Pêwistiya edaletê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Îro bi tu awayî hiqûq ne serdest e. Em di Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de carek din bang dikin ku em ê li pêy mafê xwe bin û em dev jî Peymana Stenbolê bernadin." BI DÎMEN    *Gulîstan Kiliç Koçyigit a HDP'yî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li zindanan wiha got:"Hîn grevên birçîbûnê kûrtir nebûne divê daxwazên girtiyan ji aliyê raya giştî xwedî lê bê derketin û herkes çi ji destên wan bê bikin."  DÎMEN HEYE   *Meryem Zeybek, li gundê Heştana Şirnexê dijî û çanda rêstina teşiyê didomîne û bi hewldana xwe xwedî li mîrateya dayik û pîra xwe derdikeve. BI DÎMEN    *Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Herêma Firatê Nesrîn Elî, bi boneya Roja Mafê Mirovan ya Cîhanê nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Dewletên desthilatdar, hegemonîk û neteweyên yekbûyî mafên mirovan naparêzin. Mafan binpê dikin û girîngiyê nadin mirovan."Hevseroka Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl jî got:"Dewleta tirk li dijî zagonan tev digere û mafên mirovan binpê dike. Li dijî binpêkirina mafan divê kurd bibin yek." DÎMEN HEYE   *Li gorî daneyên di ajnasa me de hatin weşandin, tenê di meha Mijdarê de 30 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkriin û 8 jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane.  Parêzer Îlke Işik a ku derbarê mijarê de nirxandin kir got, "Mekanîzmayeke cemaweriyê ku jinan biparêzer divê. Jina ku tundî lê tê kirin gilî dike lê nayê parastin." BI DÎMEN   *Ew ê li Qamişloyê têkildarî 10'ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan daxuyanî bê dayin. (12.00)   ** Heyeta KCD'ê ku hevserokên wê Leyla Gûven û Berdan Ozturk jî di nav de cih digirin li Şirnex û navçeyên wê serdanên xwe berdewam dike. Heyet dê îro li Sîlopiyê serdana malbatan bike.(10.00/16.00)   * Daneşîna 1'emîn a doza B.E. yê ku li Cizîrê destdirêjî li 40 xwendekarî kir  dê li Dadgeha Cezayê Esliye ya Cizîrê bê dîtin. (09.30)    *Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrdînê wê têkildarê roja mafên mirovan ya cîhanî li ber deriyê avahiya KESK'ê daxuyaniyê bide. (12. 00)