Hevdîtinên KCD’ê li Basayê didomin 2020-12-09 17:18:33   ŞIRNEX - Heyeta KCD'ê ku hevserokên wê Leyla Gûven û Berdan Ozturk jî di nav de cih digirin li navçeya Basayê di roja sêyem de çû serdana bazar û malbatan.   Heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku hevserokên wê Leyla GUven û Berdan Ozturk jî di nav de cih digirin, li Botanê serdanên xwe didomînin. Heyet di roja sêyem de navçeya Basa ya Şirnexê çû serdana bazar û malbatan.   Heyet, di serî de li bazara navçeyê serdana esnafan pêk anî û pirsgirêkên esnafan guhdar kir. Piştî serdana bazarê heyet çû serdana malbatan. Malbatên Basayê bi kêfxweşî û coşek mezin heyetê pêşwazî kir. Heyet li vir jî pirsgirêkên malbatan guhdar kir.    Piştî serdana bazar û malbatan, heyet ji navçeyê veqetiya. Heyet, dê 10 rojan li heremê bi gel re bicive.