Ji bo piştgiriya xwepêşandanan parlamenter dest bi grevê kirin 2020-12-09 16:17:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistanê xwepêşandanên li dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya herêmê dewam dikin. Bi rojane xelkê herêmê li qadane û daxwaza mafê xwe dikin. Parlementerên Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê ji bo piştevaniya bi çalakvanan re dest bi grevê kirin.   Xwepêşnadanên protestoyî yên li Herêma Federal a Kurdistanê di 2’yê kanûnê li Silêmaniyê de dest pê kir. Meha borî hikûmeta Iraqê mûçeyên herêmê bi sedema, Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê neft û dahatê radestî Iraqê nake, qut kirin. Bi qutkirina mûçeyan li herêmê rewşa aborî her çû xerabtir bû. Di nav hefteyê de çalakî belavî navçeyên mîna Kelar, Germiyan,  Seyîdsadiq, Tekye, Qeladiz, Çemçemal, Xurmal, Kifrî, Zerayen, Pîremegrûn, Şarezû û Ranyayê bû. Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên ewlekariyê gule li welatiyên xwepêşander reşandine û encamê de yek ji wan zarokekî 12 salî, 6 welatî jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.    Parlamenter dest bi grevê kirin    Komek parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistan ku tê gotin yên fraksiyona Goran, Komeleya Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Nifşê Nû û serbixwe ne, ji bo piştiriya xwepêşanderên Herêma Kurdistanê ketin grevê. Parlamenteran bi daxuyaniyekê diyarkirin ku heya daxwazên rewa yên xelkê  pêk neyê, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin. Li ser navê parlamenteran daxuyaniyek nivîskî hate dayîn û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em weke Parlamenterên Kurdistanê, ji bo parastina yekdengî, mafê rewa yê xelkê Kurdistan, başkirina jiyan û çareseriya qeyrana mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê, bi israrin. Tevî desthilatdarên herêmê sedema qeyrana li Herêma Kurdistanê ne, hîn jî di birsîkirina xelkê, qeçaxçitiya li sînoran û neşefaftiya dahata neftê de bi israrin. Neheqî li ciwanan tê kirin û têne şehîd xistin.   Dawî li vê xîn rijandinê bînin   Em li dijî tundûtujiyê ne, lê dema ku rewş gihîşt asta tundûtujiyê, xwîna mirovên me ji pencere û deriyên baregehan pîroztir e. Divê berpirsên hizbê bi berpirsyarane danûstandinê bi nerazîbuna li kolanan re bikin. Dawî li vê xwîn rijandinê bînin. Em bang li hêzên ewlekariyê dikin, xwepêşandêr jî zarokên vê herêmê ne, ji ber ku neheqî li wan tê kirin daketine kolanan, heman neheqî li we jî hatiye kirin. Ji bo vê berê tifenga xwe nedin wan.   Em bang li hemû hizban dikin    Em bang li hemû hizban dikin, baregehên xwe li hemû bajar û navçeyên alozî tê de vale bikin. Xwe ji xwepêşanderan dûr bixin û li hemberî wan ranewestin. Em ê li gorî wezîfeya navxweyî ya parlamentoya Kurdistanê, ji bo ku demek zû de civînek çêbibe û hikûmet were parlamentoyê, daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê bikin. Divê hikumet hemû pirsgirêkên heyî, neft, qaçaxçitiya sînor û bacê çareser bike. Bi Iraqê lihev bike û dawî li tundûtjiya dijî xwepêşanderan bîne. Bang li xwepêşanderan dikin, ji bo xwestina mafên xwe şêwazên aştiyane bikarbînin. Em piştgiriyê li mafê we dikin û dixwazin hûn xwe ji tundûtujî, şewitandina cihên giştî biparêzîn.   Em ê çalakiya xwe bidomînin    Me biryar de em weke parlamenter, ji bo piştgirîdayîna daxwazên we xwepêşanderan, li parlamentoya Herêma Kurdistanê bikevîn grevê. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo nerazîbûnan dewam bikin, heya hêviyek rast ji bo çareseriya pirsgirêka xelkê Kurdistanê dernekeve û dawî li vê rewşa nayê xwestin neyê, em ê çalakiya xwe dewam bikin. Em bang li hemû parlamenteran jî dikin da ku piştgiriyê bidin daxwazên xelkê Kurdistanê.”