Platforma Jinan a Rihayê: Li Kercewsê divê edalet pêk bê 2020-12-09 14:46:49   RIHA - Platforma Jinan a Rihayê, bertek nîşanî bûyera li Kercewsê da û got: "Em bi fikarin ku ser sûc bigirin û sûcdaran jî biparêzin. Gelek sûcên mîna bûyerên wiha bêceza hatin hiştin. Heya ku sûcdar neyên cezakirin û bûyerên wiha neyên ronîkirin, wê sûcdar cesaretê bigirin."    Li gundek navçeya Kercewsa Êlihê leşker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 mêr destdirêjiyê zaroka 15 salî kiribûn. Bertekên li dijî tecawîzê dewam dikin. Platforma Jinan a Rihayê, li Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê civîna çapemeniyê li dar xist û xwest bersûcên tacîz û tecawîzan bên cezakirin. Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê Zeynep Dîlek Polat, di civînê de axivî û diyar kir ku divê dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne.    Zeynep, bal kişand ser tecawîza li Kercewsê û wiha bertek nîşan da: "Dewlet xwedî wê peywirêye ku pêşiya bûyerên îstîsmarê bigire, bersûcan tespît bike, mudaxile bike û faîlan ceza bike. Ji bo lêpirsîna tecawîza li Kercewsê biryara nepeniyê hat dayîn. Derbarê vê biryarê de fikarên me hene."   Zeynep, da zanîn ku ew bi fikarin ku ser bûyerê bêgirtin û wiha got: "Em bi fikarain ku ser sûc bigirin û sûcdaran jî biparêzin. Di rojên derbasbûyî de jî, çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawîzî Îpek Er a 18 salî kiribû û bibû sedem ku întîhar bike. Lê Orhan ne girtî tê darizandin û gelek sûcên mîna bûyerên wiha bêceza hatin hiştin. Heya ku sûcdar neyîn ceza kirin û bûyerên wiha neyin ronî kirin, wê sûcdar bi cesaretir bibin."    Zeynep, xwest bûyera tecawizê ya li Kercewsê hat jiyîn bê ronîkirin û hemû bersûcên bûyerên êrîşên zayendî bên girtin. Zeynep, da zanîn ku heya edalet pêk were, ew ê şopdarê dozê bin û wiha bi dawî kir: "Heya ku edalet bê bicihanîn û bersûc bên cezakirin."