Li Wanê mirina jinekê ya şikbar 2020-12-09 12:27:56   WAN - Li Taxa Putê ya Navçeya Payîzavayê Yêşîm Salkim, bi awayekî şikbar kuştî hate dîtin.   Li navçeya Payîzavayê li Taxa Putê Guler Keklîk serê sibê bi awayekî şikbar li mala xwe mirî hate dîtin. Piştî ku tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê mirina Guler hat peyîtandin, Ji bo ku sedema mirina Gulerê bê diyarkirin cenazeyê wê ji bo otopsiyê şandin Navenda Tipê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê.    Dozgeriyê ji bo mirina bişik a Gûler lêkolîn da destpêkirin.