Yekemîn rûniştina doza kiryarê êrîşa zayendî B.E. sibê ye 2020-12-09 11:31:22   ŞIRNEX - 40 xwendekar ji hêla B.E'yê ve bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û derbarî wî de îdîaname hat amadekirin û dê sibehê danişîna wî bê dîtin. Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Cizîrê Serap Ok, diyar kir ku divê sazî û komele xwedî li dozê derkevin û got: "Em dixwazin ku peyva ‘edalet’ cihê xwe bigire. Bila destên xwe ji zarokên me bikişînin."   Mêrê bi navê B.E., 4 sal beriya niha li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê dest bi peywirê kir. Di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye jî. Derket holê ku B.E bi peyamên telefonê 40 xwendekarî bi êrişa zayendî re rûbirû hiştiye. 5 xwendekarên ku peyam jê nebirin û bi rêveberiya dibistanê re parve kiribûn. Xwendekaran di dema serlêdanê de diyar kiribûn ku hin hevalên wan tirsiyane û bêdeng mane. Piştî ku bûyer derket holê  Midûriyeta Perwerdeya Millî da zanîn ku wan B.E. ji peywirê hatiye dûrxistin.    Piştî ku mufetiş hatin li dibistanê lêkolîn kirin û bi xwendekaran re cuda cuda axivîn, diyar kirin ku nêzî 40 xwendekar bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine hiştin û di pêvajoya wan 12 rojên lêpirsîna ku ji aliyê rêvebiriya dibistanê ve hatibû destpêkirin de jî gumanbar êrîşa xwe berdewam kiriye.      Piştî salek û 8 mehan lêpirsîn encam bû   Piştî bûyer derket holê derbarê B.E. de lêpirsîna edlî û îdarî hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Millî ve hatibû destpêkirin B.E. ji peywirê hatibû dûrxistin û li ser îfadeyên xwendekarên ku bi êrîşê re rûbirû mabûn sewqî Lîjneya Dîsîplîna Bilind hatibû kirin. Piştî temamkirina lêpirsîna ku hatibû destpêkirin, Lîjneya Dîsîplîna Bilind biryara xwe ya derbarê B.E. de aşkera kir û ji bo B.E. tenê cezayê salekê "payeya wî neyê zêdekirin" guncav dîtibûn. Lê piştre kiryar tayînê dibistaneke Stenbolê hatibû kirin. Lê belê ligel di ser bûyerê de salek û 8 meh derbas bû şûnde lêpirsîn bi encam bû.     Îdîaname hat amadekirin   Hat zanîn ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Cizîrê ve, derbarê B.E. de bi sûcê “Tacîza zayendî” îdîaname hat amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Esliye ya Cizîrê ve hatiye qebûlkirin. Îdîanameya ku hat amadekirin de zarokên ku îfade dane bi êrîşa zayendî ya B.E. re rûbirû mane. Lê belê kiryar B.E. îfadeya ku daye de sûcên derbarê wî de qebûl nekiriye. Îdîanameya ku hatiye amadekirin de, derbarê B.E. de bi sûcê “tacîza zayendî” bê cezakirin û bi xala TCK'ya 53/1-2-3 dest daynin ser mafên wî.   Yekemîn rûniştina doza B.E. dê 10’ê kanûnê ango sibêhê di saet 09.30’an de li Dadgeha Cezayê Esliye ya Cizîrê bê dîtin.     ‘Em dibêjin êdî bes e’   Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Cizîrê Serap Ok jî anî ziman ku li cîhanê ji 5 zarojan zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû dimîne û wiha got: “Li vî welatî her roj li bajarekî li hemberî zarokan bûyerek pêk tê. Destdirêjiya li dijî zarokan di nava civakê de belav dibe. Peymana mafê zarokan a navneteweyî li Tirkiyeyê pêk nayên. Ev jî ji ber polîtîkayên zayendperest ên dewletê pêk tên. Hikûmetê ji tundî û destdirêjiya li dijî zarokan piştgûh kiriye. Bi taybetî jî li herêma me her roj nûçeyên derbarê destdirêjiya li dijî zarokan tên weşandin. Herî dawiyê li navçeya Kercewsê ya Êlihê bûyerek tecawizê derket holê. Em dibêjin êdî bes e. Em ê li dijî destdirêjiya li hemberî zarokan bêdeng nabin."   ‘Em dixwazin ku peyva ‘edalet’ cihê xwe bigire’   Serap, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa B.E. yê û wiha bi lêv kir: "Em li ser gotina xwe disekinin. Ji aliyê îdarî ve bi tenê salekê payeya wî neyê zêdekirin guncav hatibû dîtin. Niha jî wî kesê şandine Stenbolê. Her wiha di 10’ê kanûnê ango sibêhê dê rûniştina doza wî bê dîtin. Em wek mamoste û malbatên zarokan di pêvajoya darizandinê de pêvajoyê bişopînin. Em bang li hemû sazî û komeleyan jî dikin ku ji bo B.E. ceza bigire xwedî li dozê derkevin. Roja pêncmeşê çav û guhê me dê li dadgeha Cizîrê be. Em dixwazin ku peyva ‘edalet’ cihê xwe bigire. Bila destên xwe ji zarokên me bikişînin. ”   Serap, herî dawî got derbarê rewşê de dê xebata hastagê li ser medyaya civakî bidin destpêkirin.