Cenazeyê Dîlan Olgu ya HPG'yî li Wanê hat veşartin 2020-12-09 10:56:10   WAN - Dîlan Olgu ya ku endma HPG’ê bû di pevçûnekê de li Qersê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê jî li goristana bêkesan hatibû veşartin. Malbata Dilanê cenazeyê keça xwe ji goristana bêkesan girt û bir li Goristana Karşiyakayê veşart.    Malbata Dîlan Olgu ya ku li Qersê di 28’ê Tebaxê de di pevçûnekê de jîyana xwe ji dest dabû, ji bo cenzazeyê keça xwe bigrin ji wanê çûbûn Qersê. Malbatê ji bo cenazê bigrin testên DNA yê dabûn û piştî ku encama testê diyar bû bi 3 mehan cenazeyê keça xwe ji goristana bêkesan a Qersê girtin. Malbatê cenazeyê Keça xwe bir li Wanê li Goristana Karşiyakayê di bin dorpêça polîsan de weşart.