'Tevî îtiraza civakê binpêkirina mafan didome' 2020-12-09 10:14:26   ENQERE - Têkildarî Hefteya Mafên Mirovan Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nûray Çevirmen bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê û wiha got:"Tevî hemû îtirazên saziyên civaka sîvîl û civakê li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibin. Piştî pêvajoya greva birçîbûnê bi dawî bû Abdullah Ocalan tenê ji bo demekê bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Piştre serlêdanên malbat û parêzeran jî hatin redkirin. Loma dîsa girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin."   Roja 10'ê Kanûnê    Di 10'ê Kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin. Loma ev roj her sal wekî Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê bi taybet piştî hewildana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an êriş li ser mafê jiyanê, civîn, mafê xwepêşandanê, azadiya raman tên kirin. Bi taybet li girtîgehan tecrîd û binpêkirina mafan her ku diçe kûr dibe. Bi parvekirina raporên her sal ÎHD parve dike binpêkirina mafan radixîne pêş çavan. Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerdên dijwar, binpêkirina mafan ên li girtîgehan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.    Di 2019'an de 832 kes hatin girtin   Li gor "Rapora 2019'an a binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê" ya Komeleya Mafê Mirovan, hêzên kolukê di civîn, xwepêşandanan de hezar û 344 carî mudaxale kirine. Di van êrişan de herî kêm 69 kes birîndar bûn, 3 hezar 741 kes hatine binçavkirin. Her wiha li gor heman daneyan 8 hezar û 803 kes hatin binçavkirin 832 kes hatin girtin. Her wiha 20 êrişên nîjadperest hatin kirin. Di van êrişan de kesekî jiyana xwe ji dest da. Dîsa li gor van daneyan 197 rojnameger hatin girtin. 6 hezar û 68 kes hatin îşkencekirin, muamaeleya ne baş li wan hat kirin, êrişên ji bo şikandina rûmeta wan hat kirin.    '431 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin'   Di vê pêvajoyê de dîsa herî zêde mafên jinan hat binpêkirin. Li gor daneyan di salekê de bi tevahî hezar û 595 jin hatin birîndarkirin 478 jinî jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyê mêran ve herî kêm li 431 jinî tundî hat kirin. Di van êrişan de 359 jin bi birîndarî hatin xilaskirin. Herî kêm dest li dijî 499 jinî  hat dirêjikirin û tecawizî wan hat kirin. Tundî li 726 jinî hat kirin. Li gor hejmarên fermî hejmara jinên tundî li wan hatine kirin bi 10 hezaran tê ravekirin. Her wiha kesên di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dane jî hîn zêde ye.     Li gor daneyan jinên fuhuş li ser wan tê ferzkirin 721 û di encama komkujiyên nefretê yên li dijî LGBTI'yan jî 5 kesî jiyana xwe ji dest dan 7 kes jî birîndar bûn. Ji xeynî binçavkirinê kesên ku tundî û muameleya nebaş li wan hatin kirin 1477 kes in. Li gor rapora binpêkirina mafên li Rojhilat û Başûr Rojhilat a 6 mehî ya 2020'î ya ÎHD'ê îşknce li 85 welatî û êrişa zayendî li 204 zarokî hat kirin.    'Civîna aştiyane û mafê xwepêşandanê mafê yê zagonî ye'   Endama Lijneya Rêveberin a Navendê (MYK) a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevirmen bi munasebeta 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan li ser binpêkirina mafan a li Tirkiyeyê axivî.    'Di salên dawî de binpêkirina li dijî xwepêşanan û civînê zêde bû'   Nûrayê da zanîn ku bi taybet di salên dawî de bi awayekî zêde mafên civîn û xwepêşandanan tên binpêkirin û wiha got:"Bi pêvajoya OHAL'ê re xwepêşandan û çalakî hatin qedexekirin. Bi biryara walîtiyê êdî ev bû rûtîn. Li gor zagona hejmara 2911'an walîtî herî zêde dikare 30 rojî mafê xweşpêşandanan qedexe bikin lê li Wanê ji 2016'an heta niha mafê xwepêşandanan tên astengkirin."    'Heta niha gelek serîlêdan çêbûn'   Nûrayê da zanîn bi pandemiyê binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got:"Di warê aborî û mafên civakî de gelek serîlêdan hatin kirin. Heta roja îro ewqas serîlêdan çênebûbûn. Heta niha 500 kesî serîlêdan kirine. Gelek maf hatin binpêkirin."   'Serîlêdanên parêzeran nehatin qebûlkirin girtiyan dest bi grevê kirin'   Nûrayê bi lêv kir ku ji ber tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan girtiyan di 27'ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha dewam kir:"Tevî hemû îtirazên saziyên civaka sîvîl û civakê li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibin. Piştî pêvajoya greva birçîbûnê bi dawî bû Abdullah Ocalan tenê ji bo demekê bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Piştre serlêdanên malbat û parêzeran jî hatin redkirin. Loma dîsa girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Heger li gor hisûsên di rapora CPT'yê de tevgerek bê kirin wê demê ew ê pirsgirêk bê çareserkirin."   'Mirovên li herêmê polîtîk in tên krîmînalîzekirin'   Nurayê da zanîn ku dema hukumetê behsa reformê dikir li her derê Tirkiyeyê nêzî bi hezarî siyasetmedarên HDP'ê hatin binçavkirin û wiha got:"Bêyî cudatiya sazî û partiyan bê kirin li ku derê mirovên bi armanca polîtîk tên gel hevdu tên krîmînalîzekirin. Çalakiyên partiyeke siyasî mafekî demokratîk e. Lê belê rêveberên partiyan, aktivîst tên cezakirin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê jî gelek mafên mirovan tên astengkirin. Gelek kes ji ber revandin, ferzkirina ajantiyê, gefxwarinê serî li me didin. Gelek carî kesên cinayetê dikin bê ceza tên hiştin. Her wiha polîsê Kemal Kurkut kuşt berat kir. Loma binpêkirina mafan zêde dibin. Ji girtîgehan jî serlêdan tên kirin. Ji ber tundiya li zarok û jinan jî gelek serlêdan tên kirin. Vaqayên li girtîgehan ên întiharê jî zêde bûne. Serlêdanên penabarên mafên wan tên binpêkirin jî zêde ne. Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan û îşkence bûye tiştekî normal êdî. "   'Polîtikaya dewletê ye ku jin dikevin rewşa dezavantajê'   Nûrayê da zanîn ku li Tirkiyeyê her roj bi dehan jin tên qetilkirin û wiha dewam kir:"Polîtikaya dewletê ye ku jin dikevin rewşa dezavantajê. Pêkanîneke heye ku jinanan memkûmî mêr, bav û bira dike. Li gor daneyên me yên aboriyê bi taybet di serdema pandemiyê de ev rewş diyar dibe. Ji ber gelek pêkanînan jin û zarok herî zêde mexdûr dimînin. Pêkanînên derbarê jinê de nayên başkirin. Tundiya li ser jinê bi polîtîkayên bêcezahiştinê tê xelatkirin. Mêrên tundiyê li jinan dikin piştî tehliye dibin jî tundiyê dikin. Di vî warî de jî gelek serlêdanên li ÎHD'ê çêdibin."