Zeroya 95 salî banga yekîtiyê kir 2020-12-09 09:12:19   WAN -  Zero Kabak 95 salî ye û bi salane bi rengên kesk, sor û zer pêşengtiya çalakiyan kiriye. Zero wekê bi hezaran dayikên kurd banga yekitiyê kir û got: “Ez bi taybetî bang li gelê başûrê Kurdistanê dikim û dibêjim rê nedin şer û ji bo yekitiyê bikevin nava hewldanan.”   Geşedanên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê rojeva herî germ e. Lihevkirina hevpeymana Bexda-Hewlêr a li hemberî Şengalê, operasyonên siyasî û leşkerî ya li herêmê fikara herî mezin a kurda ne. Li hemberî siyaseta ku niha tê pêşxistin dayik di nava hewldanên de ne. Yek jî wan dayikan Zero Kabak e.   Zero Kabak 95 salî ye di salên 90‘î de wekî bi hezaran kurdên din neçar ma ku gundê Martanîsa navçeya Şaxa Wanê terk bikin. Zero, li taxa Suphanê ya navçeya Artemeta Wanê bi cih bû. Zero li dijî koçberî, zilm, zordarî, îşkence û şîdetê tu carî qadên têkoşînê terk nekir. Di her çalakiyan de Zero bi cil û bergên xwe yên kurdewarî, bi rengên kesk, sor û zer li qadan pêşengtiyê kir. Zero li Wanê wekî Dayika Zero tê nasîn. Ji ber di her çalakiyan de cih digire her carî jî bi êrişa polîsan re jî rûbirû dimîne. Erîş û qedexe tu carî li hemberî têkoşîn û berxwedana Zero nebû asteng. Zero derbarê geşedanan de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.   ‘Li dijî zilmê têdikoşîn’   Zero, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serpêhatiyên xwe û got: “Ez 95 salî me û min di emrê de zilm, zordarî, zehmetî, girtin û binçavkirin dît. Kurê min hêj di temenê biçûk de berê xwe da çiyê. Piştre hat girtin û cezayê muabetê girt.  Di  nava 17 salan de li  gelek girtîgehan ma. Wekî zarokekî hat girtin û dê wekî qal ji girtîgehê derkeve. Ne tenê kurê min bi hezaran zarokên kurd niha girtîne. Zarokên me li dijî zilm û îşkenceyan di nava têkoşînê de ne.”   ‘Divê kurd bibin yek’   Zero bal kişand ser cil û bergên xwe û wiha axivî: “Ez kurd im, dayik û bavê min jî kurd e. Rengên kesk, sor û zer kurdbûna min temam dike. Heke ez bimirim min bi wan rengan bipêçin. Di jiyana xwe de ez glek bi zor û zehmetiyan re rûbirû mam. Sedema wan tiştan tene pêknehatiya yekitiya kurd e. Gundê me hat şewitandin, em birçî man û em perîşan bû. Gelek kurd li dijî birçîbûnê îxanetê xwe kirin. Heke di nava kurdan de yekitiyek hebe dê gelek pirsgirêk çareser bibe.”   Bila neviyên me azadiyê bibînin’   Derbarê Zero de gelek doz hatine vekirin û wiha behsa mijarê kir: “Divê tirk şerê Çanakkaleyê ji bir. Kurd, li Mezgirê derî li tirkan vekir. Divê tirk wan tiştan ji bir neke. Lê belê li şuna wê tenê zilmê li kurdan dikin. Ez her roj ji bo aştî pêk bê dia dikim. Ez di vê baweriyê de me ku ez azadiya kurê xwe nabînim. Lê ez dixwazim bila neviyên min azadî û edaletê bibînin.”   Zero wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi polîtîkayên birakujiyê tu carî yekitî pêk nayê. Ez bang li gelê Başûrê dikim ku wî tiştî qebûl nekin. Dibe ku sibêhe bê serê wan jî.”