'Jiyana li Efrînê bi tirs e, ewlehî têk çûye' 2020-12-09 09:10:05   Sara Şêx Hesen    HELEB - Jina bi navê E.K a ji ber kiryarên dewleta tirk ji Efrînê berê xwe daye Helebê, li ser binpêkirinên ku dewleta tirk di Efrînê de dike wiha got: "Jiyana li Efrînê gelek bi tirs û dijwar e, ewlehî têk çûey. Çeteyan 60 darê min ên zeytûnê qut kirin û kiryarên dijmirovî di derheqê mirovan de pêk tînin."   Li Efrîna ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye rojane rojane kiryarên dijmirovî di derheqê şênî û xwezaya Efrînê de pêk tê. Her roj bê navber dizî, talankirin, revandina jinan û sivîlan di hundirê Efrînê de çêdibe. Rojane malbat ji ber kiryarên komên girêdayî dewleta tirk direvin û berê xwe didin herêmên bi ewle. Herî dawî jina bi navê E.K ji Efrînê reviya Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê. E.K. têkildarî kiryarên ku di hundirê Efrînê de tên kirin axivî.   'Jiyana li Efrînê êdî gelek bi tirs e'   Di destpêka axaftina xwe de E.K. bal kişand ser binpêkirinên ku niha di Efrînê de têne kirin û ev tişt got: "Ev bû hefteyek ku ez ji Efrînê hatime Helebê. Ji roja ku dewleta tirk Efrîn dagir kiriye ewlehî bi carekê nema. Her roja em bi tirs radizan. Li wir mirov tên revandin da ku pereyan ji malbatên wan  bistînin. Malbatên ku xizmên wan tên revandin dema ku pereyan peyda nekin, wê çarenûsa kesê ku hatiye revandin êdî ne diyar e. Hevjînê min du caran hate revandin, cara yekem du mehan girtî ma û dema ku hate berdan ji tirsa re ji me re negot çi jiyaye. Cara duyem jî li Zindana Maratê hate girtin, çeteyan pere ji me xwest, mirovên me alîkarî da me heya ku hate berdan. Hevjînê min tu sûc nekiribû, bê sedem mirovan direvînin û her mirovên ku di Efrînê de dijîn rastî vê yekê tên. Ji ber bihabûnê derfetên kar tune ne, mirov nikarin biçin nava erdê xwe çandiniyê bikin. Jiyana li Efrînê êdî gelek bi tirs û dijwar e."    'Çeteyan 60 darê min ên zeytûnê birîn'   E.K. di berdewamiya axaftina xwe de diya kir ku komên girêdayî dewleta tirk ên li Efrînê darên zeytûnê wê birîn û wiha gotina xwe dewam kir: "Ji berê de jiyana me li ser çandiniyê ye û em pê debara xwe dikin. Çeteyan 60 darên min ên zeytûnan birîn. Beriya wê nedihiştin em biçin nava erdê xwe. Dema em diçûn jî me vedigerandin. Herî dawî dema ez çûm nava erdê xwe di dema rakirina demsala zeytûnan de, min dît 60 darên min birîne û ji xwe re kirine êzing."   'Li Efrînê me nikaribû gavek biavêta derve'   E.K. bal kişand ser kiryarên komên girêdayî dewleta tirk ên di derheqê malbata xwe de û wiha bi dawî kir: "Carekê em di mala xwe de razayîbûn. Di derengiya şevê de nêzî 20 çeteyan girte ser malbata me û çar xizmên min birin. Heta niha em nizanin li kîjan derê ne. Me pir pirsî lê me tu agahî ji wan negirt. Li Efrînê me nikaribû gavek biavêta derve. Carekê min berê xwe da bajêr, da ku hin pêdiviyan bikirim lê çeteyan em li ser rê sekinandin û pereyên me hemû ji me sitandin. Min xwest ez êdî ji vê koletiyê xelas bibim, ji bo wê ez derketin û dixwazim li Helebê bijîm."