Platforma Demokrasî û Kedê: Em ê şopdarê bûyera Kercewsê bin 2020-12-08 18:23:16   AMED - Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê derbarê bûyera tecawizê ya li Kercewsê qewimî daxuyanî da. Ezgî Çelîk di daxuyaniyê de wiha got: “Heta ku faîl werin cezakirin em ê şopdarê vê bûyerê bin.”   Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê, derbarê bûyera tecawiza li dijî zaroka 15 salî li navçeya Kercewsê ya Êlihê pêk hatî de li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek da. Nûnerên partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Destê xwe ji jin û zarokan vekişînin” hat vekirin. Namzeta Lijneya Rêveberiya Egîtîm-Senê Ezgî Çelîk daxuyanî xwend.   Beriya daxuyaniyê Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajarê Amedê ya Yekitiya Odeyên Mîmar û Muhendisên Tirk (TMMOB) Dogan Hatûn axivî û got: “Ji vê bûyera tecawizê Waliyê Êlihê û Wezareta Karên Hundir berpirsiyar e. Divê ew îstîfaya xwe bidin.”   Ezgî di daxuyaniyê de diyar kir ku polîtîkayên îqtîdarê her roj tundiyê li ser jinê zêde dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serdema reş a îktîdara AKP’ê wek lekeyek reş di dîrokê de cih girt û ew roja ku dê AKP hesab bide nêzîk e. Em jin ji bo van sûcan teşhîr bikin dê şopdarên van dozan bin. Em jin dê têbikoşin û em ê dê bi ser bikevin. Bijî têkoşîna jinan.”   Daxuyanî bi dirûşma “Dest nede zarokan” bi dawî bû.