TUHAY - DER'ê ji bo greva birçîbûnê banga hestiyariyê kir 2020-12-08 15:29:26   WAN - TUHAY -DER'ê  ji bo bi dawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin daxuyanî da û banga hestiyariyê kir.   Li girtîgehan ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bi koma sêyemîn didome. Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Şaxa Wanê bi Platforma Demokrasiyê ya Wanê re li gel Rêxistinên HDP 'u DBP'ê yên Wanê û navçeyên wê têkildarî greva birçîbûnê ya hatiye destpêkirin daxuyanî da.   Hevserokê Şaxa TUHAY-DER’ê ya Wanê Kinyas Başak daxuyanî xwend û çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawîkirina tecrîdê ya di sala 2018’an de dest pê kir û di sala 2019’an de bi hevdîtinên li gel Ocalan pêk hatin bi dawî bûbû bi bîr xist û got, "Piştî 5 hevdîtinên li gel Ocalan bi heman rengî tecrîda girankirî dîsa dest pê kiriye û didome û ji bo dîsa tecrîd were bidawîkirin di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kirine û bi koma sêyemîn grev di roja 12’emîn de ye. Li gel 72 sal bi ser Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî ku Tirkiye aliyê wê re derbas bûn jî li Tirkiyê mafê mirovan tê binpêkirin û di serê van binpêkirinên mafan de tecrîd, binpêkirina mafê jiyanê, îşkence, muameleya xerab, pişaftina ziman û çandê, komkujiyên jinan, îstîsmakirina zarokan, kedxwariya baweriyê û bêcezakirin tê. Di serê van binpêkirinan de binpêkirina mafê girtiyan tê. Tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin. Îqtîdar di heyamek wiha dijwar ku tevahiya dinyayê bi şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re rûbirû maye de tecrîdê wek amûra sazîkirinê bikar tîne.”   'Tecrîd cihêkarî ye'   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  pergala tecrîdê cihêkariyê û yekperestiyê bi xwe re tîne û daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Sîstema tecrîdê tenê ne rejîma tecrîdkirinê ye. Di heman demê de pergala tecrîdê rêbazek teknîkî ye. Ev rêbaz li dijî hiqûqê û demokrasiye ye. Tecrîd tenê ne li girtîgehan di heman demê de li derve li ser malbatan û civakê jî pêk tê. Rejîma tecrîda li Îmraliyê dij hiqûqî pêk tê gihîştiye asta rejîma Guantanamoyê. Rejîma tecrîdê li dijî yasaya înfazê, Destûra Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.  Qanûna bingehîn a Komara Tirkiyê ji bo girtî bi malbat, parêzer û cihana derve re peywendî deynîn mafê wan hatiye mîsogerkirin. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din divê demildest gav werin avêtin.  Em bang dikin ku sepana tecrîda dij hiqûqî were bidawîkirin. Bêyî ku tenduristiya girtiyan zirarê bibîne û ji bo ku di demên pêş de kes jiyana xwe ji dest nede em bang li raya giştî dikin ku demildest hestiyar tevbigere û dixwazin rayedar tavilê gavan biavêjin.”   Bi dirûşman bi dawî bû.