Meclîsa Jina Azad a Şehbayê hemleya komkirina îmzeyê bi dawî kir 2020-12-08 13:32:03   ŞEHBA - Meclîsa Jina Azad a Herêma Şehbayê bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hemleya îmzekirinê dabûn destpêkirin. Ev hemla îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû.   Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û mayindekirina azadiya wî, Meclîsa Jina Azad a Şehabyê di 8’ê Cotmeha 2020’an de hemleya komkirina îmzeyê dabû destpêkirin, jinan hemleya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda Meclîsa Jina Azad ya navçeya Fafînê bi beşdarbûna bi dehan jinên ji tevahî sazî û dezgehên jinan hate dayin. Di daxuyaniyê de alên Meclîsa Jina Azad û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) Rohayî Kûsa ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Di 9’ê Cotmeha 1998’an de hêzên hegomonîk komployeke navnetewî di derheqê Rêber Apo de pêk anîn. Heya niha tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo di zindana Îmraliyê de tê meşandin. Rêber Apo bi vîneke xurt û bi berpirsyartiyeke dîrokî di zindana Îmraliyê de li ber xwe dide. Bi siyaseta xwe ya demokratîk Rêber Apo bû hêza çareseriyê ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re.   Hêzên hegomonîk dixwazin dengê azadiyê di zindana Îmraliyê de qir bikin. Me weke jinên Herêma Şehbayê ji bo azadiya Rêber Apo hemleyeke komkirina îmzeyê dabû destpêkirin, hemleya me jî di astên herî jor de hemû rêxistinên jinan piştgiriya xwe jê re mayinde kirin. Hemû jinên pêkhateyên ku di herêmê de dijîn cihê xwe di nava hemleyê de girtin. Niha jî em vê hemleya xwe bi dawî dikin, lê em dibêjin têkoşîna me li vir ranewestiyaye û em ê ji bo Rêber Apo di nava xebatê de bin.    Di dawiyê de em hemû hêzên komploger şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin û vê tecrîdê bi dawî bikin. Isara me ya ji bo azadiya Rêber Apo wê her bidome."   Daxuyanî bi dirûşmên ”Jin jiyan azadî” , ”Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.