'Têkoşîna li dijî biryarên bêyî îradeya me hatine dayin dê bidome' 2020-12-08 09:11:15   Emas Nayif - Viyan Said   ŞENGAL - Jinên ji Şengalê têkildarî çalakiyên ji bo piştgiriya Asayişa Êzdîxan dan zanîn ku ew naxwazin ji derveyî hêzên wan tu hêz bên Şengalê û wiha gotin:"Têkoşîna me ya li dijî biryarên bêyî îradeya me hatine dayin, dê bidome. Em ê xwedî li asayişa xwe derkevin."   Çalakiyên welatiyên Şengalê yên ji bo piştgiriya Asayişa Êzdîxan didomin. Jinên piştgiriyê didin van çalakiyan dan zanîn ku ew ê tu kes nikaribe wan û hêza wan ji hevdu qut bikin û gotin:"Pêwist e hemû kes xwedî li asayişa xwe derkevin."   'Em her tim li pişta asayişa xwe ne'   Rihan Xidir bal kişand ser girîngiya piştgiriyên ji bo asayişê û wiha got:"Ev bû 7 sal asayişa me, me diparêze. Em kesên me di fermanê de tenê hiştin û reviyan naxwazin. Em her tim li pişta asayişa xwe ne. Wê tu car dijmin me û asayîşa me ji hev qut neke. Pewist e zarokên vê civakê xwe bêdeng nekin û xwedî li asayişa xwe derbikevin. Bila tu kes nikaribe me û hêza me ji hev qut bike. Em her tim li ser piyan bin heta ku asayîşa me bê qebûlkirin."   'Dema fermanê hûn li ku derê de bûn?'   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Leyla Heci jî wiha got:"Armanca ma ya meşê ew e ku hêza me bê qebûlkirin. Çalakiyên me ji bo piştgiriya asayîşa me ye.  Em ê her tim xwedî li hêz û asayîşa xwe derkevin. Ji bo em li ser axa xwe rehet bijîn em ê her tim li ser piyan bin. Dema hêza me ne di nav me de be em nikarin rehet bijîn. Em îro ji Hikumeta Iraqê re dibêjin, dema fermanê hûn li ku derê de bûn? Îro hatine dibêjin em ê Şengalê biparêzin. Em jî dibêjin ku hûn nikarin me biparêzin. Daxwaza min ji gelê me ew e ku heta dawî xwedî li îrade û asayîşa xwe derkevin."   'Em dixwazin hêza me bê qebûlkirin'   Zehra Dexîl da zanîn ku ew biryara Hikumeta Iraqê nas nakin û wiha dewam kir:"Em li hember biryara Hikumeta Iraqê li vir kom bûne.  Ji ber dixwazin hêza me ji holê rakin. Ev 7 sal in zarokên me parastina me kir. Îro jî dixwazin vê hêzê tune bikin. Em tu hêzeke din qebûl nakin ku were ser axa me ya pîroz. Pewist dike ku gelê me xwe bêdeng nehêlin. We tu carî Hikumeta Iraqê bi rehetî nikaribe bikeve axa me. Ev ax bi saya zarokên me yên şehîd ketin hat rizgarkirin. Yên xwîn rijandin û parastin zarokên me bûn. Em ê her tim li pê hêza xwe bin û em ê piştevaniya wan bikin. Wê asayîşa me her tim bi ser keve. Em ê heta dawî li berxwe bidin û piştevaniya hêza xwe bikin. Daxawaza min weke jineke Êzidî ew e divê em bêdeng nemînin. Heta asayîşa me bê qebûlkirin em li ser piyan bin. Em tenê dixwazin hêza me bê qebûlkirin."   'Em tu hezê din di nav xwe de qebûl nakin'   Wetha Reşo jî da zanîn ku ew dixwazin hêza wan bên nasîn û qebûlkirin û wiha got:"Meşa me ji bo qebûlkirina asayîşa me ye. Em dixwazin hêza me bê naskirin.  Ji ber ku yen parastina me dike zarokên me ne. Em tu hezê din di nav xwe de qebûl nakin. Bila gelê me li hember vê biryarê bêdeng nemînin û heta hêza me tê qebûlkirin li ser piyan bin."   'Heta yek kevir li Şengalê hebe wê Êzdixan hebe'   Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Meyan Nasir wiha got:"Em weke jinên Êzidî dibêjin ku heta asayîşa me, hêza me ya ku ji zarokên me pêk tên bê qebûlkirin em ê li ser piyan bin. Em tu car nahêlin ku dest li ser asayîşa me bê dirêjkirin. Em ê weke dayik her tim li ber asayîşa xwe bisekinin û em ê li hember van planan derkevin. Berxwedana asayîşê berxwedana me ye. Tu kes nikare vê heza me tune bike. Em ê weke dayik li hember kesên dixwazin asayişa me tune bikin, bisekinin. Bila her kes baş zanibe ku em ê weke dayikên Şehîdan û jinên Êzidî her tim li pişt hêza xwe bin. Tu kes nikare me û hêza me ji hev qut bikin. Ev 7 sal in tu kesî negotiye halê Êzidiyan çi ye? Zarokên me heta îro parastina me dike. Em tu carî rakirina hêza xwe qebûl nakin. Em ê li hember van planan bêdeng nemînin. Şengal bi xwîna Şehîdan û bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin. Ez bang li her kesî dikim ku li hember vê bedeng nemînin ku serkeftin ya gelê me be. Heta yek kevir li Şengalê hebe wê Êzdixan hebe. Tu kes nikare Êzidiyan tune bike."