‘Bi berxwedan û têkoşîna xwe dawî li van polîtîqayan bînin’ 2020-12-08 09:10:28   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şîlan Ozkan, polîtîqayên taybet ên qirêj tiryak, fûhûş û sîxûriya li herema Botanê ku tê meşandin nirxand. Şîlanê, destnîşan kir ku îqtîdar bi zanebûn li ser ciwanên Botanê polîtîqayên qirêj dimeşîne û got: “ Ger ku em bi hev re li berxwe bidin em ê carekedin rihê berxwedana ciwanên Botanê ya salên 90'î derxînin holê. ”   Li herêmê ji salên 90'î û vir ve bi taybetî ji aliyên hêzên tarî û taybet ve li ser ciwanên kurd û bi giştî li ser  kurdan ji bilî şerê fîzîkî û tunekirinê şerê psîkolojîk ê taybet jî tê meşandin. Bi taybetî li tevahî bajarên Kurdistanê tiryak, fûhûş û dizî di salên dawî de bi destên hêzên dewletê hat peşxistin. Her çiqas tevgera kurd bi rêxistin û têkoşîna xwe darbe li vê mijarê bixe jî pergala dewletê di Kurdistanê de dixwaze bi maddeyên tiryak, fuhuş û asîmîlasyonê ciwanan tevli qirêjî û aloziyê bike. Li Botanê di salên dawîn de gelek ciwan bi polîtîqayên qirêj yên dewletê re rûbirû ne. Pergala dewletê bi taybetî herêma Botanê hedef girtiye û polîtîqayên herî qirêj li heremê dide meşandin. Bi taybetî jî îqtîdar li Botanê piştî şerê qedexeya derketina kolanan li her tax û kolanan qemerayên mobese bi cih kiriye. Tevî vê yekê jî îqtîdar tiryak û fûhûşê piştgûh dike û ji bo çareseriyê tu gavan navêje.     Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Şîlan Ozkan polîtîqayên qirêj ên taybet li herema Botanê ku tên meşandin nirxand.   ‘Dixwazin ciwanan asîmîle bikin’   Şîlanê, anî ziman ku di salên dawiyê de bi destên dewletê li bajarên Kurdistanê bi karanîna tiryakê gelek zêde bûye û got: “Îqtîdar bi taybetî jî ciwanên kurd hedef girtiye û hemû polîtîqayên xwe yên qirêj li ser ciwanan didin meşandin. Ji van polîtîqayên qirêj yek jî tiryak, fûhûş û sîxûrî ye. Ev polîtîqayên qirêj ku ji aliyê îqtîdarê ve hatine destpêkirin berdewam dikin. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê bi van qirêjiyan bi ser ciwanan ve diçin û dixwazin ciwanan ber bi asîmîlasyonê ve bibin. Li Kurdistanê ev polîtîqa bi zanebûn bi taybetî jî li bajarên ku cihê berxwedanê ne tên meşandin.”   'Dixwazin ciwanan ji rastiya wan dûr bixin'   Şîlanê, diyar kir ku li dijî polîtîqayên qirêj ên li dijî ciwanan ew wek Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kampanyaya kampanya dane destpêkirin û wiha got: “Li dijî tiryak, fûhûş û sîxûriyê me vê kampanya, 'Bikev tevgerê' da destpêkirin. Me ji bo sê mehan ev kampanya da destpêkirin. Lê piştre me dît ku pêdîvî heye û ji bo me alternatîf e ku em xwe bigihînin ciwanan. Ji ber vê yekê me kampanyaya xwe dirêjî şeş mehan kir. Di çarçoveya vê kampanyayê de em li her qad, kolan û taxan xebat dan meşandin û xwe digihînin ciwanan. Em bi ciwanan re bernameyên cûr bi cûr li dar dixin. Ji ber ku îqtîdar zêde bi ser ciwanan de tê me ev kampanya da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de li dijî polîtîqayên qirêj em ciwanan agahdar dikin û banga rêxistinê dikin. Bi taybetî li bajarên Kurdistanê ciwanên ku sîxurî û bikaranîna tirkyakê li wan tê ferzkirin û berê wan din fuhuşê em qebûl nakin. Ev hemû jî parçeyek polîtîqayên şerê taybet in. Bi van polîtîqayên taybet dixwazin ciwanan ji hebûn û rastiya wan dûr bixin. Li hember van polîtîqayên qirêj em wek ciwan li ber xwe didin û em ê li berxwe jî bidin.”   'Dixwazin ciwanan bikin bin serweriya xwe'   Şîlanê, destnîşan kir ku piştî şerê qedexeya derketina derve di salên  dawiyê de li herema Botanê polîtîqayên qirêj li dijî ciwanan tên meşandin û wiha pêl da axaftina xwe: “Cihê ku polîtîqayên qirêj di dewrê de ne  herema Botanê ye. Ciwan tim li her demê û li qadê  di tevgerê de ne. Bi van polîtîqayên qirêj dixwazin ciwanan ji vê tevgera wan dûr bikin.  Bikaranîna tiryak û fûhûşê belav dibe. Armanca îktîdarê ew e ku ciwanan ji civakê dûr bixe û bihelîne. Rayedar dixwazin li şûna ciwan li rastiya xwe vegerin  bila tiryakê bi kar bînin û fuhuşê bikin. Ji ber ku ciwan pêşeroja civakê ne Îktîdar dixwaze ciwanan bike bin serweriya xwe. Armanca wan ev e.”   ‘Li dijî ciwanan polîtîkayek taybet heye’   Şîlanê, bi lêv kir ku cara yekeme hatiye herêma Botanê û polîtîqayên taybet ên dewletê dîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ez nû hatim Cizîrê min dixwest rihê têkoşîna berê ya  ciwanan carekedin bibînim. Lê belê ji ber polîtîqayên dewletê ciwanên Botanê dest bi bi kar anîna tiryakê kirin û ev di asta herî jor de ye. Cihêkî ku bikaranîna tiryakê lê zêde bûye yek jê jî Hêma Botanê ye. Em naxwazin ku ciwanên me bi van polîtîqayên qirêj re rû bi rû bibînin. Li ser ciwanên kurd bi zanebûn polîtîqayek taybet tê meşandin. Pergal li heremê van qirêjiyan piştgûh dike. Pargal dibêje bila di nav siyasetê de nebin bila tiryakê bi kar bînin. Em xwe digihînin kîjan cwanê/î dibêjin derûniya me xira bûye. Ev jî nîşan dide ku ciwan ji hevdû qût bûne. Di çarçoveya vê kampanyayê de jî em ciwanan tînin gel hev û wan li dijî  van polîtîqayan agahdar dikin. Di encama vê kampanyayê de me gelek ciwanan ji van polîtîqayên qirêj dûr xistin.”   ‘Em ê bi têkoşînê dawî li van polîtkayan bînin’   Şîlanê, di dawiya axaftina xwe de got Botan ji salên 90’î heta îro li ber xwe daye û bi berxwedana xwe tê nasîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li herema Botanê li dijî hemû zext, zordarî û êrîşan berxwedan û têkoşîneke mezin heye. Ev berxwedan û têkoşîn heta îro jî berdewam dike. Di vir de rol û mîsyona herî mezin dikeve ser milên ciwanan. Ji dîroka salên 90’î heta îro em rol û mîsyona berxweda ciwanên kurd dizanin. Em carekedin dixwazin berxwedana ciwanên botanê derxînin holê. Ji ber vê yekê banga me ji hemû ciwanên Botanê ew e ku werin li hember van polîtîqayên qirêj ên dewletê em hêza xwe bikin yek û li ber xwe bidin. Em bi rihê ciwanan têkoşîna xwe mezin bikin. Em ciwan neyên lîstikên dewltê û nekevin tora fuhuş û sîxuriyê. Ger ku em bi hev re li ber xwe bidin em ê carekedin rihê berxwedana ciwanên Botanê ava bikin. Banga me ji ciwanan ew e ku li hember lîstikên qirêj ên îqtîdarê têbikoşin û nexapin. Em ê ciwan bi berxwedan û têkoşîna xwe dawî li van polîtîqayan bînin.”