Li koguşên edlî yên Şakranê îşkence tê kirin 2020-12-08 09:07:04   Melîke Aydin   ÎZMÎR - B.D a di 2019-2020'î de li koguşên edlî yên Girtîgeha Jinê ya Şakranê de girtî bû da zanîn ku li girtîgeha lê dima îşkence û muameleya ne baş li girtiyan dihatin kirin û got ên li girtîgehan nikarin dengê xwe bidin bihîstin.     B.D. a di 2019-2020'î de li koguşên edlî yên Girtîgeha Jinê ya Şakranê de ji ber sûcê firotina hişberê girtî bû binpêkirina mafên li girtîgeha lê dima rave kir. B.D. a li koguşên B-13, C-9, B-11, C 10 û C-9 maye da zanîn ku li koguşên edlî îşkence tên kirin, li hinek koguşan jî tecawiz tên kirin, gardiyan û îdareya girtîgehê dikevin nava tevgerên dijhiqûqî û li dijî rûmeta mirovan. Her wiha B. da zanîn ku nameyên girtî yên ji bo Wezareta Dadê tên nivîsandin ji aliyê îdareya girtîgehê ve tê xwendin û tên astengkirin.    'Li girtîgehê îşkence hat kirin'   B. da zanîn ku tedawiya li girtîgehê pir zor e û pêkanînên kêfî tên kirin û wiha dewam kir:"Gardiyan heqaretên giran dikin. Li koguşa lezbiyenan bi alavan tecawizî jineke ducanî hat kirin û zarokê wê ji ber çû. Ew kesan şandin surgunê. Jineke bi navê Rabia Ozdemir hebû. Pirsgirêkên wê yên tendirustiyê hebû. Behsa ecuneyan dikir. Dermanên giran bi kar dianî. Dema derman bi kar dianî zû birçî dibû. Wê jî nan ji memûra xwestiye. Herî dawî jendermeyên robokop bi kaskan ew kirin banyoyê. Ji bo şûna tiliyên wê dernekevin şil kirine. Li ser rûyê wê şopên sola memûr xuya dikir. Di 2019'an de di koguşa C-10'ê de bû. Wê demê derbarê îdareya girtîgehê de serîlêdana sûc nehat kirin. Çimkî gef li girtiyan dihat xwarin. Ez ji xew rabûm min xwest dakevim jêr. Lê belê memûran nehiştin. Bi qêrîna wê jinê girtîgeh hejiya."   'Bi awayekî kêfî cezayên hucreyê didin'   B. da zanîn ku hejmartina li ser lingan tê kirin, jiyaneke civakî tune ye tenê carinan werzîş tê kirin ew jî bi însiyatîfa mudur e û wiha dewam kir:"Dema pirsgirêka te hebe te tiştek nekiribe jî derbarê te de girtegê digirin. Dema ji te bibeecin tu tiştekî neke jî gotinên te nekiriye li girtekê dinivîsin û te dişînin hucreyê. Dawiyê jî te dişînin koguşa lezbiyenan. 4 mehî ji bo koguşa min biguherîne min ji mudur lava kir. Li wir jî lezbiyen hebûn. Ji be her dem şer dikin derûniya mirov xirab dibe."   Mêtingeriya kedê ya erzan a li girtîgehan    B. bal kişand ser mêtingeriya kedê ya erzan a li girtîgehan û wiha got:"Mehê ji bo 120 herî zêde 170 TL'yê girtî di bin şerdên dijwar de tên xebitandin. Kesên malbatên wan tune bin, cezayê wan ê dîsîplînê tune bin tên xebitandin. Ez rojekê çûm lê min nikaribû bikira."   'Du mehan kalorîfer nexebitandin'   B. di heman demê de bal kişand ser şerdên paqijiyê yên girtîgehê û wiha got:"Girtîgeh ne paqij bû. Li koguşa C-9'ê kêç ketibû serê jinekê. Kesên di koguşan de bi îradeya xwe paqijiyê dikin. Di sibatê de kolorîfer vênexistin. Em di binê du betaniyan de jî germ nedibûn. Ji bo em razên em diçûn qursan."   'Gardiyanan digotin bimirin'   B. diyar kir ku dema wê xwe bi alavên tûj birîndar kiriye gardiyanan heqaret li wê kirine û wiha dewam kir:"Gardiyanan ji me re digotin bimirin. Piyê min di nava xwînê de mabû werimî bû. Yên di ambulansê de bi wan xeyidîn. Her wiha zarfên girtî hene. Divê dengê wan jî bê bihîstin."