Rewşa tenduristiya Rojbîn Çetîn di xeterê de ye 2020-12-08 09:04:33   WAN - Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn li Amedê bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû ma bû, 12 roj  di binçavan de ma û piştre jî hat girtin. Bi hinceta vîrûsa koronayê Rojbîn nayê tedawîkirin. Dayika Rojbînê Refîka Çetîn bertek nîşanî rewşe da û got: “Rewşa wê xeter e û divê bê tedawîkirin. Ji bo tedawiyê jî divê serbest bê berdan.”   Aktîvîsta Tevgera Jinen Azad (TJA) û endama Lijneya Rêveberiya Herêmî Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ hezarînê de li Amedê di serde girtina malê de 3 saetan bi îşkenceyekî dijwar re rûbirû ma. Bi parezer îşkenceya ku pêk hatî ji raya giştî re hat aşkerakirin. Rojbîn 12 rojan di bin çavan de ma û piştî ku derket dadgehê jî hat girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê. Rojbîn 6 meh in bi pirsgirêka tenduristiyê re rûbirû ye. Ji ber ku vîrûsa koronayê hincet tê nîşandan Rojbîn nayê tedawîkirin.  Dayika Rojbînê Refîka Çetîn fikarên xwe ji ajansa me re anî ziman û banga serbestberdana hemû girtiyên nexweş kir.   ‘Pêwist e kolonaskopî bê kirin’   Birayê Rojbînê û bijîşk Erman Çetîn bal kişand ser nexweşiya Rojbînê û got: “Rewşa Rojbînê ne baş e û 6 meh in xwîn ji binî diçe. Ev tişt bi xwe re rîska penceşêra rûviyê bi xwe re tîne. Divê ji bo nexweşên wisa kolonoskopî bê kirin. Hêj nehatibû girtin tedawiya wê dê bihata kirin. Ji bo kolonoskopiyê divê bihata Êlihê lê hat girtin. Niha Rojbîn dermanên bêxwînî û hesinê bikartînin. Teqes divê kolonoskopî bê kirin.”     ‘Divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin’   Dayika Rojbînê Refîka Çetîn, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha axivî: “Tedawinekirina girtiyên nexweş bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê nexweş bên tedawikirin. Ez bi rêya telefonê keça xwe re axivîm. Keça min ji min re got ‘Ji ber şewba koronayê me nabin nexweşxaneyê. Em bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû ne.’ Tenê carekî keça min birine nexweşxaneyê. Ji ber derba ku keça li ber çavê xwe girt niha pirsgirêka dîtinê dijî. Heke neyê tedawîkirin dê rewşa wê bikeve xetere ye. Şert û mercên girtîgehê gelek xirab e. Ez ji jiyana keça xwe bi fikar im.”   ‘Zarokên me bê sûc in’   Refîka, destnîşan kir ku 14 rojan di bin karantînayê de bi tena serê xwe ma ye Rojbîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tu carî nêzîkatiya li hemberî malbatên girtiyan û her wiha li hemlerî girtiyan qebûl nakin. Dewlet kujer û tecawizkarên jin û zarokan serbest berdide lê kesên ku mafên mirovan diparêzin jî li girtîgehê dimînin. Heke girtî li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest bide gelo dewletê çi bersivê bide dayikan?Zarokên me bê sûc in. Ji ber ku zarokên me parastina mafên mirovan dikin nayên berdan. Em banga serbest berdana zarokên xwe dikin.”