ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2020'Î 2020-12-08 09:00:00   *Mamosteya Derûniyê Macda Emîn têkildarî jinên ku dawî li jiyana xwe tînin û tên qetilkirin axivî. Macdayê diyar kir ku têkoşîna jinê ya hevpar girîng e û wiha got:"Ji bo dawî li komkujî û xwekuştina jinan were divê di nava civakê de guhertin û veguhertin were çêkirin û jin li hember hişmendiya baviksalarî têbikoşe." DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn li Amedê bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû ma bû, 12 roj  di binçavan de ma û piştre jî hat girtin. Bi hinceta vîrûsa koronayê Rojbîn nayê tedawîkirin. Dayika Rojbînê Refîka Çetîn bertek nîşanî rewşe da û got: “Rewşa wê xeter e û divê bê tedawîkirin. Ji bo tedawiyê jî divê serbest bê berdan.” DÎMEN HEYE   *Dapîra Delal El-Ehmed ya bi navê Rebîa Elî El- Ehmed behsa jiyan û hunera Delal ya ku di encama nexweşiyeke giran de ji guhê xwe astendar bû û  di heman demê de nikare biaxive kir û wiha got: "Delal ruxmê hemû astengiyan bi hunera xwe jiyana xwe dixemilîne û ji jiyana xwe hez dike." DÎMEN HEYE   *B.D a di 2019-2020'î de li koguşên edlî yên Girtîgeha Jinê ya Şakranê de girtî bû da zanîn ku li girtîgeha lê dima îşkence û muameleya ne baş li girtiyan dihatin kirin û got ên li girtîgehan nikarin dengê xwe bidin bihîstin.  DÎMEN HEYE   *Helbestvan Fatêxan Taşli Tûnç ku bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye û niha bi wêjeyê re mijûl dibe û got: “Ez her tim di nava hewldana hînbûna xwendin û nivîsandinê de bûm. Ez bi serketim jî. Ev tişt ji bo min gelekî girîng e. Niha alavê têkoşîna min pênûsa min e.”DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şîlan Ozkan, polîtîqayên taybet ên qirêj tiryak, fûhûş û sîxûriya li herema Botanê ku tê meşandin nirxand. Şîlanê, destnîşan kir ku îqtîdar bi zanebûn li ser ciwanên Botanê polîtîqayên qirêj dimeşîne û got: “ Ger ku em bi hev re li berxwe bidin em ê carekedin rihê berxwedana ciwanên Botanê ya salên 90'î derxînin holê. ” DÎMEN HEYE   *Jinên ji Şengalê têkildarî çalakiyên ji bo piştgiriya Asayişa Êzdîxan dan zanîn ku ew naxwazin ji derveyî hêzên wan tu hêz bên Şengalê û wiha gotin:"Têkoşîna me ya li dijî biryarên bêyî îradeya me hatine dayin, dê bidome. Em ê xwedî li asayişa xwe derkevin." DÎMEN HEYE   *Bi tevlibûna Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk wê li navenda Şirnexê serdana malbatan bikin (10.00 -16.00)   * TJA wê li Şirnexê derbar bûyera Kercewsê de daxuyaniyê bide (12.00)   * Têkildarê buyera kercoşê Tevgera Jinên Azad wê sibe li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê bide. (13.00)