Hevserokên KCD’ê li Botanê ne: Bi rihê yêkitiyê em ê li ber xwe bidin 2020-12-07 17:44:44   ŞIRNEX - Heyeta ku ji Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Berdan Ozturk pêk tê li Şirnexê bi gel re civiyan. Di hevdîtinan de Leyla, bal kişand ser polîtîkayên li hemberî Gelê Kurd û got: “Li hemberî lîstîkên dijmin divê em bi rihê yekitiyê tevbigerin.”    Heyeta ku ji Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk pêk tê li Şirnexê bi gel re civiyan. Endam û rêveberên navend û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek kes li gundê Katran a Cizîrê hevserokên KCD’ê pêşwazî kirin. Piştî pêşwaziyê heyet berê xwe da Şirnexê. Beriya serdana esnafan Leyla Guven daxuyaniyekê da.   Leyla, anî ziman ku li hemberî Gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê heye û got: “Lê Gelê Kurd tu caran serê xwe netewand û hebûna xwe heta roja îro anî. Vê zilm û zordariyê herî zêde dayikên me dizanin. An malên wan hatiye talankirin, an bi ser malên wan de hatine girtin û yan jî bi îşkenceyê  re rûbirû mane. Hûn hemû jî vê baş dizanin. Lê bele hinek tişt hene êrîş çêdibin, gel li hemberî wan dibêje ku tiştê ku ez bikim nema û teslîm dibe. Lê li Botanê îradeya gel tu caran li hemberî zilm û zordestiyê serê xwe netewand. Em vê îradeyê di jêrzemînên Cizîrê de dizanin. Em vê îradeyê di şexsiyeta Mehmet Tunc, Sevê û Pakizeyan de dizanin ku Botan tu caran serê xwe natewîne. Ji Şex Seîd heta Seyît Riza û heta Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan kesekî li hemberî zilma wan serê xwe netewand. Di vî demî şûnde jî li hemberî zilma AKP û MHP'ê  em weke jin, ciwan û Gelê  Kurd serê xwe natewînin. Malên me xera kirin û dilê me êşandin. Lê nekarîn îradeya me teslîm bigirin. Ciwanên ku we spartîn axê em tu caran jibîr nakin. Em îro dîsa li Botanê dilê Kurdistanê ne, em dibêjin ku em li ber şehîdên xwe bejna xwe ditewînin. Em dibêjin bîranîna wan wê her tim rêya me ronî bike.”   ‘Mesele kurd û Kurdistan e’   Leyla, destnîşan kir ku zilma li hemberî Gelê Kurd bi her şêwazî berdewam dike û wiha behsa êrîşên ku li dijî KCD’ê tên kirin kir: “KCD'ê ya ku di 2011'an de hatî avakirin û ji wê rojê heta niha ji bo pirsgirêka kurd bi awayeke demokratîk bê çareserkirin xebatên xwe meşandine. Lê KCD îro ji aliyê dewletê ve hatiye terorîzekirin. Roja ku kongreya me hatî damezirandin heta niha xebatên me berbiçav in. Tişteke veşartî me nedaye meşandin. Ev kongre kongreya gelê Kurdistanê ye. Delegebûna vê kongreyê ne sûce. Di xebatên KCD'ê de cih girtin ne sûce. Bi van operasyonan dixwazin ku me sûcdar bikin û ji kongreya me re sûcek derbixînin. Mesele ne KCD'e, HDP, TJA û DBP ye. Mesele kurd û Kurdistan e. Êrîşan wan li hemberî kurdan e. Ew armanc dikin me cuda cuda bi nav bikin û me ji hevdû qut bikin. Pêwîste em van lîstîkan baş bizanin. Em jî dibêjin ku ji bo ku em xebatên KCD'ê bimeşînin hewceyî ne bi avahiyan heye. Tişta girîng cesareta me ye. Em di bin siwanên saziyên me yên cuda cuda de xebatên xwe dimeşînin. Ew bi van êrîşan nikarin me bidin rawestandin. Şaredariyên me desteserkirin û parlementeriya me betal kirin.  Gotin ku me deskeftiyên wan desteser kirin, dibe ku kurd bitirsin û êdî dengê xwe dernexin. Lê niha em dibînin ku li Colemêrgê, Wanê, Amedê û li ku derê kurdek hebe kurd li ber xwe didin û ser piyane. Çima kurdan pengaveke nû dest pê kirine. Gotin an azadî , yan azadî. Hem ji bo serokê Gelê Kurd û hem jî ji bo tevahiya zîndanan azadiyê dixwazin."   ‘Dem dema azadiyêye’   Leyla, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo azadiya birêz Ocalan hemleyek hat destpêkirin. Em jî dibêjin ku dem dema yêkitiyê ye, dem dema azadiyê ye.  Ji bo vê çi pêwîste? Pêwîstiya herî mezin moral e. Divê em moralê xwe bilind bigirin. Em nebêjin ku me winda kiriye. Me winda nekiriye hevalno. Li hemberî me kesên ku wenda kiriye dewleta tirk e. Hevalên me bi qehremanî heta dawiyê têkoşîna xwe meşandin. Îro yên zorê de ne kurd in. Kurd li çar parçeyen hîn li ser soza xwe, doza xwe ne. Ka AKP û MHP li ku ne? Ji aliyê de aborî de têk çûne. Ji aliyê de siyasî de têk çûn e û ji aliyê de dîplomasiyê de têk çûne.  Ji ber wê jî har dibin, êrîş dikin û zilma xwe zêde dikin.”   ‘Li hemberî lîstîkên dijmin yêkitiya xwe mezin bikin’   Leyla,  bal kişand ser grevên birçîbûnê ya bêdemû dorveger ku ji bo rakirina tecrîdê hatiye destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha di zîndanan de hevalên me ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di greva birçîbûnê de ne. Em li Botanê ji zîndanan re silaveke germ dişînin û em dibêjin berxwedan jiyan e. Hevalên me di bin şert û mercên zehmet de dest bi çalakiya grevê birçîbûnê kirin. Ev tişteke ehleqî û wîjdanî ye. Di destê van girtiyan de tenê canê wan heye. Di zîndanan de ji xeynî vê tu derfetên wan tune ne. Ji bo kurd û Kurdistanê canê xwe feda dikin. Hewceye ku em jî dora wan bicivîn. Ji bo ku ev çalakî bigihîje armanca xwe em hewl bidin û li ber xwe bidin. Me di 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir. Em bi hezaran kes di zindanan de, ketin çalakiya birçîbûnê. Girtiyê azadiyê wê çaxê jî bi riheke fedaî canê xwe dan. Ez Zûlkûfan, Aytenan bi rêzdarî bibîrtinim. Bila êdî ev barê giran ser milê zîndanan de nemîne. Em jî ji derve weke malbatan, weke welatparêz û Gelê Kurd xwedî li wan derbikevin û wan tenê nehêlin. Em hêvî dikin ku dê demekê nêz de çalakiya wa deng bide û encam bigirin. Van rojên zor û zehmet em ê bi rihê yekitiyê derbas bikin. Ji bo wê jî niha hîn neyar dixwazin hêzên kurd bînin hemberî hevdû. Ji bo wê jî me gelek caran bang kir û em niha careke din li Botanê bang dikin em dibêjin bila kurd neyên van lîstîkên qirêj. Naxwazin Gelê Kurd bibe tifaq. Çima? Kengî Gelê Kurd bibe tifaq wê çaxê dijmin zêde dibin. Çawa ku li Rojavayê bajarê Kobanê bi rihê yêkitiyê me li  ber xwe da, em ê niha jî bi rihê yêkitiyê re ji şerê navxweyî re bêjin na. Em ji hêzên kurd rîca dikin ku neyên lîstîkên Osmaniyan. Dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Pêwîste em li hemberî vê bisekin û li hemberî lîstîkên dijmin yêkitiya xwe mezin bikin."   Bername bi serdana esnafan bi dawî bû.