Êrişa polîsan a li dijî daxuyaniya têkildarî tecawizê 2020-12-07 16:09:01   WAN - Polîsan êrişî aktivîstên TJA'yê, HDP'yî û DBP'yiyan ên xwestin bûyera tecawiza li Kercewsa Êlihê şermezar bikin, kirin. Di daxuyaniya tevî êrişan hat dayin de wiha hat gotin:"Hûn ne bi tenê ne. Em hene, TJA, HDP hene. Jinên têkoşînê dikin hene. Em ê bi hev re têbikoşin."   Li Wanê, pêkhatiyen Tevgera Jinên Azad (TJA), xwestin bûyera destdirêjiyê ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê ku ji aliyê 27 kesan ve ku di nav wan de polis û çawişê pispor jî hene li dijî zarokeke 15 salî pêk hatiye, şermezar bikin. Girseya ku di nav wan de aktîvîstên TJA’yê, parlamentere HDP’ê yê bajar Mûrat Sarisaç û rêxistinên HDP’ê yên navçeyan û bajar jî hebûn ji bo şermezarkirinê li ber avahiya HDP’ê ya Wanê li hev civiyan.    Polîsên gotin ew destûrê nadin daxuyaniyê heqaret li Parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç kirin. Polîsan piştre êrişî girseyê kirin.    Polîsan li nûçegîhana me û yên Ajansa Mezopotamyayên yên kêşan dikirin dan. Xwestin dest têxin ser kamerayên wan.    Girseyê li ber avahiya HDP'ê ya Wanê daxuyanî da. Daxuyanî Hevseroka Bajêr a DBP'ê Gurdane Varli xwend.    'Mûsa Orhan ji deriyê pêş ketê ji deriyê paş girtîgehê derket'   Gurdane da zanîn ku bi îktidara AKP'ê re tundiya li ser jin û zarokan zêdetir bûye û wiha got:"Her sibeh em bi komkujiyên jinan hişyar dibin. Her roj êrişa zayendî  ya li dijî zarokan tê kirin .Em dizanin ku bi taybet li Kurdistanê ev polîtikayan pêk tên. Berê jî Îpek Er ji aliyê çawişê pispor ve hat revandin. Mûsa tecawizî wê kir û bû sedem xwe întihar bike. Musa tenê hefteyekê di girtîgehê de ma. Mûsa Orhan ji deriyê pêş ketê ji deriyê paş girtîgehê derket. Ji bo civak rastiyan nebihîsin nûçeya hat weşandin hat astengkirin û nûçegîhan Jinnewsê hat tehdîdkirin."   'Em ê bi hev re têbikoşin'   Gurdane da zanîn ku ew ê dev ji gotina edaletê bernedin û wiha dewam kir:"Hûn ne bi tenê ne. Em hene, TJA, HDP hene. Jinên têkoşînê dikin hene. Em ê bi hev re têbikoşin."   Daxuyanî bi dirûşma "Em ê serî hildin û bi ser bikevin" bi dawî bû.