Platforma Şahmaran: Çima Jinnnews hat astengkirin? 2020-12-07 14:16:09   MÊRDÎN - Platforma Şahmaran a Jinan a Mêrdînê bi wesîleya şermezarkirina buyera li Kercewsê qewimiye daxuyaniyek nivîskî weşand.   Li Kercewsê 27 kesên di nava wan de polîs, çawişên pispor û cerdevan jî hene tecawuzî zarokek 15 salî kiribûn. Li dijî bûyerê li gelek deveran jinan bertek nîşan dan û bûyer şermezar kirin. Platforma Jinan a Şahmaran  têkildarê buyerê daxuyanî da çapemeniyê û got, " Ger ku karmendê dewletê di nav tecawizkaran de tune ne çima Jinnews hat astengkirin."   Metna daxutaniyê wiha ye:    "Herdem êrîşî jinan dikin   Li ser xaka ku buye derguşa pêşketina mirovahiyê êriş tucar neqediyane. Li hemberî parastvanên vê çandê bi taybet jî li hemberî jin û zarokan êrişek mezin heye. Em her roj bi nuçeyeke tacîz, tecawuz û qetlîamê şiyar dibin. Herî dawî jî  hovîtiya ku li Kercewsê ru daye mijara me ye. Zarokek 15 salî ji aliyê 27 kesên ku di nava wan de çawişên pispor, polîs û cerdevan jî hene tê tecawizkirin. Lê tenê navê 11 kesan heye û tên derezandin.   Hun dixwazin kê biparêzin   Em pê dizanin ku buyerên diqewimin tesasuf nînin. Polîtîkayên bê cezatiyê rê li bûyerên bi vî rengî vedike. Serdozgerê Komarê yê Êlihê têkildarê buyerê got 'karmendên dewletê suc nekirine û li ser wan şik tune ye'. Em weke jin dipirsin madem ku sucdar ne hunin çima hun dixwazin ser buyerê binixumînin? Çima we ajansa Jinnewsê ku nuç parvekiriye asteng kir?Hun dixwazim kê biparêzin. Nuçegihana jinnewsê ya ku buyer şopandiye gef le hat xwarin. Le divê were zanîn ku kes nikare ser van rastiyan binixumîne. Em weke jin em ê li dijî vê hertim têbikoşin. 'Êdî bes e   Em weke jin ji hemu cure polîtîkayên êrişên taybet re dibêjin êdî bes e. Em jinin û ne "Namusin" lê bila soza me be ku em ê tola vê zilmê ji we hilînin. Emê li dijî hişmendiya we hertim têbikoşin. Em ê hertim xwe û jiyana xwe biparêzin."