Ji bo aştiyê laçikên xwe avêtin erdê 2020-12-07 13:53:48   ÎZMÎR - Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li dijî polîtîkayên provakatîf ên KDP'ê û bi daxwaza aştiyê laçiken xwe avêtin erdê.   Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li dijî polîtîkayên provakatîf ên KDP'ê û bi daxwaza aştiyê li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Konakê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Jinên ji rêveberiya HDP'ê ya Konakê beşdarî civînê bûn. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Dayika Aştiyê Peyruze Kurt ve hat xwendin.   'Roj roja yekîtiyê ye'   Peyruze da zanîn ku Dayikên Aştiyê şer naxwazin û bang li Mesut Barzanî kir û wiha got:"Roj roja yekîtiyê ye. Roj ne roja îxanetê ye. Em lê dinirên cihê xwe jî yê birayê xwe jî teng dike. Ne xwedî li xwe ne jî xwedî li birayê xwe derdikeve. Divê ew li ax û birayê xwe xwedî derkeve. Bila axa xwe nede kesekî din. Bila xwîna xwişk û biratiyê nerije. Bila dijmin wekî xwişk û birayê xwe nebîne."    Daxuyanî bi avêtina erdê ya laçikan ên sembola aştiyê ne bi dawî bû.