Kumrî Tokay a girtî: Em di nava tecrîdê de, tecrîdê dijîn 2020-12-07 11:17:48    AMED - Kumrî Tokay, 2 sal in li Girtîgeha Girtî a Jinan a Amedê ye û bi nameyek bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û diyar kir ku bi pandemiyê re bêtir rewşa girtiyan ket xetere ye.   Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê binpêkirina mafên girtiyan didomin. Kumrî Tokay 2 sal in li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê girtî ye. Derbarê binpêkirina mafên girtiyan de nameyek ji ajansa me re şand. Kumrî destnîşan kir her roja ku derbas dibe binpêkirina mafên girtiyan zede dibe û got: “Em din ava tecrî de de tecrî de dijîn.”   'Di nava me de nexweşên kronik hene'   Kumrî wiha bal kişand ser rewşa girtîgehê: “Pirtûkên ku ji me re tên şandin 2 meh in nayên dayîn. Her wiha nameyên ku tên şandin dereng tên dayîn. Mijara din a girîng jî şewba Covid-19. Her roj hejmara nexweşan zede dibe, lê li vir dema li koguşan lêgerin tên kirin rêgez tên binpêkirin. Ev tişt ji bo me dibe sedema tirs û fikaran. Di nava me de nexweşên kronik hene, her wiha pîr hene û dayik hene. Em li gorî derfetên xwe tedbîran digirin lê bele terê nakin.”   'Pirsgirêkên li vir kêm nabin'   Kumrî di nameya xwe de da zanîn ku 2 sal in li Amedê girtiye û dom kir: “Ez 2 sal in li vir girtî me. Pirsgirêkên li vir kêm nabin bêtir zêde dibin. Bi hatina demsala zivistanê re pirsgirêka ava germ dest pê kir. Havînê ava germ didin û zivistanê jî ava sar didin. Gelek caran jî av tên birîn.”   * Kumrî Tokay pêşiya 27’ê mijdarê name nivîsandî bû.