Sebahat Tuncel li dijî tecrîdê di grevê de ye 2020-12-07 10:31:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.   Li dijî tecrîda ku 21 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û binpêkirinên mafan li girtîgehan girtiyên PKK'yî û PAJK'î di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Greva ku kom bi kom didome koma 3'emîn dewer girt. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel a ku ji 4 salan zêdetir e li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandraya Kocaeliyê tê girtin dest bi  greva birçîbûnê kir.   Berê jî Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê çaglar Demîrel bi koma yekemîn re dest bi grevê kiribû.   Bi ser qawîşan de girtin   Piştî ku Çaglarê diyar kir ew ê bi jineke din a li girtîgehê re bikeve grevê, bi ser qawîşên Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Gulser Yildirim, Aysel Tugluk, Sebahat Tuncel, Hevşaredarên berê yên Dêrsimê Nurhayat Altun, Edîbe Şahîn lê ne de hatibû girtin, pirtûk, pênûs û defterên wan hatibûn desteserkriin.    Daxwaza neqilkrinê   Herwiha li gorî agahiyên hatin girtin, hat diyarkirin ku daxwaznameya Sebahat a ku wê dest bi grevê bike jî hatiye desteserkriin û hat diyarkirin ku Sebahatê di daxwaznameya xwe de xwetiye ku neqlî Girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ye bê kirin.