Koma sêyemîn greva birçîbûnê dewir girt 2020-12-07 10:25:29   ENQERE - Girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafên li zindanan dest bi greva birçîbûnê kirine gotin ew bi biryarin ku tecrîda li dij mirovatiyê ye bişkînin. Her wiha gotin ew ê serîhildan û heqîqet bi ser bikevin.    Çalakiya grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî  li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafên li zindanan di 27'ê Mijdarê de dest pê kiribûn dewam dikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 11'emîn de ye ji aliyê koma sêyemîn ve dewir hat girtin.    Mehmet Abay û Vedat Bektaş ên li 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tersûsê çalakiya greva birçîbûnê dewrî Veysi Denizhan û Serhat Borak kirin. Girtiyên di greva birçîbûnê de dan zanîn ku ew bi biryar in tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin.    'Em ê rihê serîhildanê bi serfiraziyê tacîdar bikin'   Girtiyan ev peyam parve kirin:"Em ê tecrîda li dij mirovatiyê ye bişkînin. Em dîsa dubare dikin em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Em ê rihê serîhildanê bi serfiraziyê tacîdar bikin."