'Li dijî Vîrusa Koronayê dê girtina tedbîran bidome' 2020-12-07 10:21:37   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ezîze Ibrahîm têkildarî rewşa Vîrûsa Koronayê û qedexeya giştî ya li herêmê wiha got: "Li gor mehên borî, di van 15 rojan de hejmara kesên bi vîrusê ketine û kesên jiyana xwe ji dest dane kêmtir bûye. Ev yek jî bi saya qedexeyê ye. Hêviya me ji gel heye ku li gor tedbîran tev bigerin, da ku em hevdu biparêzin."   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê li dijî belavbûna Vîrûsa Koronayê (COVID-19) û rêgirtina li pêşiya aloziyeke mirovî, di 15'ê Mijdarê de biryara qedexeya derketina ji derve girt. Qedexeya ku 10 rojan dewam kir di 26'ê Mijdarê de bi dawî bû, lê Rêveberiya Xweser 5 rojan qedexe bi armanca bicihanîna gel a ji bo pêwistiyên xwe rakir û pişt re di 1'ê Kanûnê de careke din qedexeyê dest pê kir. Ev qedexe dê  10 rojan bidome. Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser, di dema qedexeyê de hejmara kesên bi vîrusê ketine û ji ber virusê jiyana xwe ji dest dane kêmtir bûye û bîlançoya herî dawî ya Herêma Firatê wiha ye: Hejmara kesên bi vîrusê ketine 553, hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane 43 û hejmara yên ku rehet bûne 355 kes in. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ezîze Ibrahîm têkildarî rewşa Vîrûsa Koronayê û qedexeya giştî ya li herêmê nirxandin kir û ji me re parve kir.   'Li dijî Vîrusa Koronayê dê girtina tedbîran bidome'   Ezîzeyê di destpêkê de behsa rewşa Herêma Firatê a ji destpêka derketina vîrusê kir û wiha got: "Di destpêka belavbûna Vîrûsa Koronayê yali Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, weke tedbîr qedexeya derketina ji derve ya giştî û beşî hatin ragihandin. Gaveke baş bû ku rêjeya nexweşiyê ya pêketî û mirinê kêm bû. Rewşa Koronayê dirêj dewam kir, ji ber vê Rêveberiya Xweser neçar ma ku riyên di navbera bajaran de vekin. Him xwendekar diçûn ezmûnan û him jî pêwistiyên gel hebûn. Di wê navberê de û di encama çûyîn, hatin û pêwindiyan de hejmara kesên bi Vîrusa Koronayê ketin  û kesên jiyana xwe ji dest dan zêdetir bûn. Li ser vê bingehê di 15 'ê Mijdarê de qedexeya derketina ji derve ya giştî ku 10 roj bûn li Herêma Firatê hat destpêkirin. Di wan deh rojan de me encameke baş girt ku hejmar gelek kêm bû. Wiha jî di 25'ê Mijdarê de me 5 rojan qedexe rakir da ku gel pêwistiyên xwe bi cih bîne û me niha di 1'ê Kanûnê de careke din qedexeya giştî dest pê kir.  Em ê di van deh rojan de rewşa Vîrusa Koronayê bişopînin û li gor wê biryarên din bigirin. Li dijî Vîrusa Koronayê dê girtina tedbîran bidome."    'Gel li gor qedexeyê tev digere'   Ezîzeyê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser pêkanîna gel a ji biryarên qedexeyê re û wiha domand: "Karantînaya li Gundê Êdiqê ya bingehîn e, her wiha weke tedbîr nexweşxaneyek li Miştenûrê jî heye. Heger rewş xetertir bibe em ê wê karantîneyê jî bi kar bînin. Ji bo pêkanîna qedexeyê ya ji aliyê gel ve baş bû, em dikarin erênî binirxînin. Dema me qedexeya destpêkê pêk anî gel bawer nedikir û vîrûs weke sermayê bi nav dikirin. Lê piştî ku li Herêma Firatê hejmara pêketiyan û mirinê zêdebû, êdî gel ferq kir ku rewş cidî û divê tedbîr werin girtin. Hinek kes bi vîrûsê dikevin, dibêjin min serma girtiye çend rojan û ez ê baş bibim, lê di rastiyê de ew kes bi Vîrusa Koronayê ketiye. Em dibêjin ev nexweşxane, ewqas bijîşk û hemşîre di xizmeta gel de ne."   'Parastina kesayetî tê wateya parastina hawîrdorê'   Ezîzeyê di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Herêma Firatê kir ku li gor biryaran tev bigerin û wiha gotina xwe bi dawî kir:"Hêviyên me ji gel hene heger ku serdana hevdu kirin, mesafeya di navbera xwe de biparêzin û rûpoşan bi kar bînin. Ger ku em xwe biparêzin em ê bikaribin hawîrdora xwe jî biparêzin. Ya din em dibêjin xwe ji Vîrusa Koronayê netirsînin, ji ber ku rewşa deronî bandoreke xwe ya mezin heye. Lê belê tedbîrên xwe jî bigirin."