Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Çareseriya krîzê Îmralî ye 2020-12-07 09:09:50   Hîkmet Tunç   WAN - Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku her kesên demokrasiyê dixwazin û dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin divê ku ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê têbikoşin û got, " Heta ku tecrîd bi dawî nebe, Brêz Oclan tevli pêvajoyê neyê kirin, ne pêkane ku krîza heyî bi dawî bibe."   Li Tirkiyeya ku roj bi roj krîza aborî kurd dibe muxalefet îqdîdara ku nikare ji krîzê re bibe çareserî rexne dike. Di serê van rexeneyên ku tên kirin de jî tecrîda li Îmraliyê a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln heye. Tecrîda li Îmraliyê berdewam e,greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve hatibû destpêkirin jî îro koma 3'emîn dewer digire. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, li ser tecrîdê, bandora wê li ser civakê û li ser polîtîkayên AKP û MHP'ê nirxandin kir.    'AKP wekî dewleta yek partî tevdigere'   Dîrayetê got ku îqtîdara AKP -MHP'ê qanûna bingehîn tunde hesibandine û ev tişt got, "Ji diyanetê bigirin, hata teşkîlata polîsan, leşkeriyê û keyayan, hemû saziyên li welatekî ku divê bê alî tevbigerin, li gorî partiyekê tên rêxistinkirin. Ev sazî hemû li gor dewleta ku yek kes rêve dibe tên bikaranîn."   'Daraz siyaseta tasfiyekirinê dimeşîne'   Dîrayetê anî ziman ku li Tirkiyeyê her kesên li dijî "rejîma yek mêrî" dengê xwe bilind dikin di hedefê de ne û wiha berdewam kir, "Li dijî partiya me ya ku li hemberê rejîma yek mêrî demokratîk tevdigere, herkesî hebêz dike, dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, Tirkieyê demokratîk bike û ji bo vê têkoşînê dide, li dijî jinan, kurdan, rojnamegeran, akademîsyeyan û kesên demokrasîxwaz şerek hatiye destpêkirin. Mixabin ji bo van pêkanînan jî daraz tê bikaranîn. Daraz bi çoyê xwe dixwaze hemû muxalîfan bêdeng bike û rejîma yek mêrî li welêt mayînde bike.  Bi rêya darazê di vî warî de sûcên mezin hatin kirin."   Hemû çavkanî veguherandin butçeya şer'   Dîrayetê got ku hemû çavkaniyên welêt ên derve û hundir tev de ji bo siyaseta rejîma yek mêrî bê mayîndekirin seferber kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Îro dema ku em bala xwe bidin niqaşên li ser Katarê, pêşkêşkirina çavkaniyên avê ji bo Katarê, krîza aborû li gel vê jî li belavbûna pandemiyê temaşe bikin em ê bibînin ku welat di nava xizaniyê de ye. Lê aşkere ye ku sedema vî kirîzî jî siyaseta AKP'ê ya şerxwaz e. Barê vê krîzê jî disa avêtin ser milên karker, gelan û jinan. Ji civakê re jî dibêjin bi vê razî bibe. Lê dema ku mirov baş rewşê şîrove bike morv ê bibîne ku welat ne di şer de ye û ji aliyê AKP'ê ve hatiye dagirkirin, talankirin û çavkaniyên welat hatine pêşkêşkirin. Hemû civak dizane ku şerê AKP'ê 5 sale li hemberî Kurdan, muxalîfan, akademîsyenan û li dijî kesên aştîxwaz daye destpêkirin ne şerê ji bo parastina welat e."   'AKP teslîmî mafya û çeteyan bûye'   Dîrayetê, diyar kir ku AKP di pêvajoya teşîrkirinê re derbas dibe û got, "Pêvajoya teşîrkirinê, ji ber ku nikare krîzê di nav xwe de rêve bibe, bi Ergenekona di nav xwe de ava kirine, şerê payêkirinê yê MHP, îtîfakên Perînçek, îtîfakên çete û mafyayê ye.  Şerê bidestxisitna panldanka û rantê ye. AKP teslîmî siyaseta mafya û çeteyan hatiye kirin. Bi siyaseta li dijberî kurdan jî AKP dixwaze rastiya xwe veşêre."   'Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan'   Dîrayetê diyar kir ku girtîgehên li Tirkiyeyê veguherîne îşkencexaneyan, di rewşa pandemiyê de jî xirabtir bûne û di dirêjiya axaftina xwe de ev tişt got, "Li derve çawa ku welat bi bêhiqûqî tê rêvebirin li girtîgehan jî bêhiqûqiyeke mezin heye, bi taybetî jî li dijî girtiyên siyasî tên tecrîdkriin û dixwazin ku îradeya wan teslîm bigirin. Vê jî bêhiqûqiya xwe ji dixwazin bi rêya pandemiyê meşrû bikin. . Di meclisê re qanûna înfazê hat derbaskirin, mafya, tecwizkar û kesên destdirêjî li jin û zarokan kirin bi vê qanûnê serbest hatin berdan. Ji ber ku ev qanûn ji bo van kesan hat derxistin, kurd, girtiyên siyasî, jinên, nexweşên di girtîgehan de û kesên 80 salî qet di vê qanûnê de cih negirtin, cih ji wan re nehat dayîn ku bên tehliyekirin û terkî mirinê hatin kirin."    'Îmralî cihê ku krîzê li welêt kirine dewerê ye'   Dîrayetê anî ziman ku li dijî van hemû bêhiqûqiyan, li girtîgehan berxwedan hatiye destpêkirin û wiha got, "Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk bê çareserkirin, tirkiye demokratîk bibe, Brêz Oclan rola xwe bilîze, tecrîda li ser bi dawî bibe û binpêkirinên mafan, li dijî AKP -MHP'ê berxwedan hatiye destpêkirin. Ev 20 sal e em nizanin ku li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime û kîjan binpêkirinên mafan di dewrê de ne. Îmralî cihê ku herî zêde binpêkirinên mafan lê tên jiyîn e."   'Tecrîd li dijî fikr û nêrînên Brêz Oclan e'     Dîrayetê got bila tecrîd bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê îro hem di rojeva girtiyan, di rojeva me de û ya her kesên ku demokrasiyê dixwazin û dixwazin pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin rakirina tecrîda li Îmraliyê hebe. Ji bo ku ev pirsgirêk bên çareserkirin divê brêz Ocalan tevli pêvajoyê bê kirin. Lê di vê pêvajoya ku hevsengiya navneteweyî diguhere astengkirina birêz Ocalan polîtîk e û ev polîtîka jî dide diyarkirin ku wê ev krîza heyî kurtir bibe."