Peyama tecrubeya 30 salî ya Mor Çatiyê 2020-12-07 09:03:55   STENBOL- Mor Çati ji roja hatiye avakirin heta niha jiyana gelek jinan guhert. Li ser guhertina jiyana jinan, têkoşîn û piştevaniya Mor Çatiyê dildara weqfê Ece Eger wiha got:"Guhertin pêkan e."   Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê di 1990'î de hat avakirin. Mor Çatiya ku 30'yemîn salvegera xwe pîroz dike bi rêxistineke bê serok û wekhev xebatên xwe didomîne. Weqfa pişgiriyê xwe li ser mafdariyê dewam dike ji bo jin jiyaneke nû ava bikin û li ser piyên xwe bikaribin bisekinin rêbertî û piştevaniyê dike.    'Mor Çati di encama têkoşînekê de hat avakirin'   Dildara weqfê Ece Ege rêwîtiya xwe ya ji roja Mor Çati hatiye avakirin û heta îro rave kir. Eceyê da zanîn ku çîroka Weqfa Mor Çatiyê ya di 1990'î de hatiye avakirin gelekî berî dîroka avakirina wê dest pê kiriye û weqif bi tevgereke femînîst mezin bûye û wiha pê de çû:"Em di esasê de avakirina Mor Çatiyê wekî sala 1987'an qebûl dikin. Em ravekirina çîroka xwe ji 1987'an roja jinan li dijî lêdanê kampanya li dar dixistin, dest pê dikin. Çimkî ew jinên ew kampanya didan meşandin di avakirina komeleyê de hebûn. Di wan salan de tundiya li ser jinê ji bo wan wekî merseleyekê dihat dîtin. Mor Çati jî di encama têkoşîneke wiha de hat avakirin. Ji 1990'î vir ve navendeke me ya piştevaniyê heye. Di serdemên cuda de jî stargehên me çêbûn. Ev salên dirêj in ku stargeheke me heye."   'Guhertin pêkan e'   Eceyê bi lêv kir ku salvegerên avakirina Mor Çatiyê jî bi awayekî polîtîk tê kirin û wiha dewam kir:"Gelek xebatên me di çarçoveya 30'yemîn salvegera avakirina Mor Çatiyê de hatin kirin. Tîşort û gelek berhemên cuda ji aliyê modavanên dildarên Mor Çatiyê hatin afirandin. Me xebateke vîdeoyê çêkir. Ev vîdeoya dema me amadekir me gelek nîqaşên dirêj li ser kir. Biryara dirûşma 'Guhertin pêkan e'jî di encama fikirandineke dûdirêj de hat dayin. Ev dirûşma piştevanî û yekîtiya jinê nîşan dide. Bi saya yekîtî û piştevaniya jinê îro dengê li dijî bêhiqûqiyê zêde ye. Jin êdî bi dengekî hîn bilind bersivê dide bêhiqûqiyê. Dema em bi hev re têkoşînê bikin wê demê ew ê guhertin pêkan be."   'Jinan ji xwe re jiyaneke nû afirandin'   Eceyê da zanîn ku li Tirkiyeyê êdî pênasekirina "tundiya li ser jinê" heye û wiha dewam kir:"Di 30 salî de gelek guhertinên zagonî çêbûn. gelek zagonên medenî û yên wekî din hatin guhertin. Me Peymana Stenbolê da îmzekirin. Me zagona 6284 nivîsand. Bi Mor Çatiyê gelek jin ji tundiyê hatin dûrxistin. Jinan ji xwe re jiyaneke nû afirandin. Bi giştî gelek guhertinên berfireh hatin kirin."   'Em bi hev re têbikoşin'   Eceyê diyar kir ku bi beşdariya Mor Çatiyê wê polîtikayeke çalak daye meşandin û wiha bi dawî kir:"Ez femînîst bûm lê min polîtikaya çalak nedikir. Min bi Mor Çatiyê dest bi polîtikayeke çalak kir. Em di bin vî banî de dildar in. Ev yek jî dibe sedem ku em xwe pir baş hês bikin. Her jinên tên vir an jî rêya wan bi vir dikeve di bin bandora vê efsûnê de dimînin. Ez dizanim ez ne bi tenê me. Em ê tu carî dev ji têkoşînê bernedin. Divê em bi hev re têbikoşin. Her ku em destkeftiyên xwe bibînin divê em hêzê jê bigirin."