Komeleya Rosa: Em ê şopdarên bûyera li Kercewsê bin 2020-12-06 14:25:59   AMED - Komeleya Jinan a Rosayê dest dirêjiya li zarokê ya li Kercewsê şermezar kir û got ku ewê şodarên bûyerê bin.   Di rojên borî de li navçeya Kercewsê ya Êlihê li gundekî zarokeke 15 salî, ji ber navêşê,  rakiribûn nexweşxaneyê û derketibû holê ku di encama tecawizê de zarok ducanî maye.  Li ser giliyê zarokê di çapemeniyê de hat ragihandin ku ji heman gundî du mêrên bi navê M.A. û V.A. hatine girtin.     Ajansa me di nûçeya ku weşand de derbarê bûyerê de diyar kiribû ku li Kercewsê lêpirsina destdirêjiyê hatiye berfirekirin. Di çarçoveya lêpirsina hatî krin de di nav de çawişê pispor, cerdevan jî heyî bi gişt 27 mêran dest dirêjî li zarokê kiriye û her wiha li 2 jinên ciwan jî fuhûş hatiye ferzikirin.    Komeleya Jinan a Rosayê jî li ser navnîşana xwe ya tiwîtterê daxuyaniyek derbarê bûyerê de parve kir û got: “Li navçeya Kercewsê ya  Êlîhê, li ser jinên ciwan tundiya zayendî tê meşandin. Li zarok û jinên ciwan fuhuş tê ferzkirin. Hêzên ewlehiyê an jî yên sîvîl ferq nake divê her kesên ku bûne hevkarên wî sûcî bên darizandin. Heta ku kesên sucdar werin darizandin û bên cezakirin em ê şopdarên wê bûyerê bin.”