Şandeya ji Belçîkayê serdana Kampa Waşûkaniyê kir 2020-12-06 14:10:46   HESEKÊ - Bi armanca şopandina rewşa koçberên Serêkaniyê, şandeya Belçîkayê serdana Kampa Waşûkaniyê kir.   Di 9'ê cotmeha 2019'an de dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û di encamê de bajarê Girî Spî û Serêkaniyê kirin bin kontrola xwe. Her wiha bi hezaran kes koçber bûn. Niha koçberên Serêkaniyê li Kampa Waşûkanî û Serêkaniyê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye avakirin bi cih bûn. Bi armanca şopandina rewşa koçberên Serêkaniyê şandeya Belçîka ku ji Endamê Parlementoya Federal a Belçîkayê Georgo Dalmanî, Rêveberê Komeleya Navneteweyî ya qurbaniyên terorê Philip Vanstatekiste, Endamê Komeleyê Ruday Malak û Rêveberê saziya Cild Focus a pirtgirî û parastina zarokên winda, revandî û qurbaniyê destdirêjiyê Cinsî Heidi De Paolo pêk tê serdana kampa Waşûkaniyê kir.   Şandeyê serdana Rêveberiya Kampa Waşûkaniyê kir û li gel Hevseroka Kampa Waşûkaniyê, Stêra Reşik û Rêveberê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rojhat Elî ve li ser kampan nîqaş kirin.   Paşê Hevseroka Kampa Waşûkaniyê, Stêra Reşik axivî û wiha got: "Dema dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê kir bi hezaran kes neçar man koçber bibin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariya gelê koçber kir û ji wan re kampa koçberan ava kir. Heta niha jî tu sazî û dezgehên mafê mirovan alîkariya koçberên Rojava nakin. Niha gelek pêwistiyên koçberan heye, tenê  Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurdî alîkariya wan dikin. Kampa Waşûkanî û Serêkaniyê ji aliyê meclîsa kampê ve tê birêvebirin û koçber dixwazin vegerin ser axa xwe."    Rêveberê kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rojhat Elî jî wiha got: "Qeyrana aborî bandorek mezin li ser koçberan kir, ji ber vê qeyranê koçber nikarin debara mala xwe bikin. Li kampa Hol û Roj malbatên DAIŞ'ê hatine bicihkirin, hemû rêxistinên mirovî alîkariya wan dikin, lê alîkariya koçberên Waşûkanî, Şehba, Serêkanî û Til Semenê nakin. Divê edalet û wicdanê mirovahiyê biheje, ji ber di jiyanê de tiştê herî bi zehmet koçberî ye"   Parlementor George Dalmanî soza ragihandina rewşa koçberan û zehmetiyên ku dijîn a ji rêxistinên navneteweyî re da. Her wiha şande di nava kampê de geriyan û serdana malabatan kir.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê şande sibehê serdana Kampa Holê ya malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê de bi cih bûne bike.